Hewlêr (Rûdaw) - Zimannas Dr. Emîn Ebdulqadir ji bo 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê bû mêvanê bultena Rûdawê.
Dr. Emîn Ebdulqadir diyar kir ku her çi qas li Başûrê Kurdistanê zimanê Kurdî di asteke baş de be jî, metirsiyên nû li ser zimanê dayîkê peyda bûne.
Dr. Emîn Ebdulqadir bal kişand ser bikaranîna zimanê Îngilîzî ya di nav malbatên Kurd de û hişyariyên girîng dan.
Emîn Ebdulqadir anî ziman ku gelek malbatên rewşenbîr, birêvebir û dewlemend li malê bi zarokên xwe re bi Îngilîzî diaxivin û got:
"Zarok li parkan û di dema lîstikan de bi hev re bi Îngilîzî diaxivin.
Ev yek dibe sedem ku zimanê dayîkê bibe zimanê duyem an sêyem.
Fêrbûna Îngilîzî, Erebî yan jî Spanyolî girîng e lê nabe ku ev ziman bikevin cihê zimanê dayîkê û nasnameya me."
Zaravayê Behdînî wekî pireke zimanî
Zimannas Dr. Emîn Ebdulqadir bi taybetî li ser girîngiya zaravayê Behdînî rawestiya û destnîşan kir ku zaravayê Behdînî di navbera Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Navîn (Soranî) de xwedî pêgeheke stratejîk e û anî ziman:
"Behdînî ew zarava ye ku dikeve navbera Kurmanciya Botanê û Soranî.
Dema ku kesek bi Behdînî diaxive, hem Kurmancîaxêvên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û hem jî Soranîaxêvên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jê fêm dikin.
Ji ber vê yekê, Behdînî pireke zimanî ye ku her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girê dide."
Emîn Ebdulqadir giliyên xwe yên li ser kêmbûna piştgiriya saziyên fermî ya ji bo zaravayê Behdînî anîn ziman û eşkere kir ku heta niha ti saziyên fermî bi bernameyeke rêkûpêk pirtûkan bi zaravayê Behdînî çap nake.
Emîn Ebdulqadir her wiha anî ziman:
"Lêkolîn û çapkirina pirtûkên bi Behdînî tenê li ser hewlên kesî û pêwendiyên nivîskaran mane.
Pêdiviya me bi projeyên mezin heye ku girîngiyê bidin vî zaravayî ku rola xwe ya di yekîtiya zimanê Kurdî de bi cih bîne."
Kurdî divê bibe zimanê zanist û yasayê
Emîn Ebdulqadir tekez kir ku zimanê Kurdî ne tenê ji bo çîrok, kilam û dîrokê ye û da zanîn ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeya zanistî, felsefe, derûnnasî û yasayê.
Ebdulqadir her wiha bangî dê û bavan kir ku li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û got.
"Ziman emaneta Xwedê ye û parastina wê erkekî niştimanî ye.
Eger em avê nedin vê dara jiyanê, dê bi hişk bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse