Parlamenterê CHPyê: Zimanê dayikê ne gef e, maf e

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ragihand ku zimanê dayikê ne gef e, mafekî mirovî yê herî bingehîn e.

 Tanrikulu got, naskirina zimanê dayikê di qadên giştî de nabe sedema parçebûna welat, berevajî wê xizmeta yekîtiya demokratîk dike.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu bi helkefta 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê peyameke nivîskî belav kir.

Sezgîn Tanrikulu di peyama xwe de bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û zimanên din ên li Tirkiyeyê ku di bin metirsiya nemanê de ne.

"Werin em zimanê xwe biparêzin"

Tanrikulu peyama xwe bi Kurdî û Tirkî dest pê kir û got, “Zimanê me yê dayikê rûmet û şanaziya me ye.

Werin em zimanê xwe biaxivin û biparêzin.”

Sezgîn Tanrikulu destnîşan kir ku ziman bîra gelekî ye û wiha pê de çû:

"Lawazbûna ziman ne tenê windabûna peyvan e, her wiha têkçûna tecrûbeya dîrokî, dewlemendiya çandî û pirrengiya civakî ye."

"18 ziman di bin metirsiyê de ne"

Parlamenterê CHPyê yê Amedê bal kişand ser daneyên UNESCOyê û diyar kir ku li cîhanê derdora 3 hezar ziman ber bi nemanê ve diçin û got:

"Tê gotin ku li Tirkiyeyê herî kêm 18 ziman, di nav de Suryanî, Lazî, Çerkezî, Boşnakî û Rumî, bi metirsiya nemanê re rûbirû ne.

Ev tablo nîşan dide ku meseleya zimanê dayikê ne nîqaşeke çandî ya razber e lê pirsgirêkeke maf û hebûnê ya berbiçav e."

"Xizmeta yekîtiya demokratîk dike"

Tanriklu ragihand ku hişyarî nîşan didin ku bikaranîna zimanê dayikê di nav zarok û ciwanan de gelekî kêm bûye.

Tanrikulu li ser naskirina zimanan jî got, "Naskirina van zimanan di qada giştî de nabe sedema perçebûna welat, berevajî wê xizmeta yekparçeyiya demokratîk dike."

"Zimanê dayikê meseleya wekheviyê ye"

Sezgîn Tanrikulu di dawiya peyama xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê, bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir û got:

"Eşkere ye ku aştî li Tirkiyeyê ne tenê bi bêdengkirina çekan lê bi naskirina mafan pêkan e.

Zimanê dayikê ne gef e, maf e. Zimanê dayikê ne pirsgirêka ewlehiyê ye, meseleya wekheviyê ye.

Rêya aştiyeke civakî û welatîbûna wekhev, ne ji înkarkirina zimanan, lê ji naskirina wan derbas dibe."