Remziye Alparslan: Heta Kurdî nebe fermî xilasiya wê tune

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê li hemberî paşeroja zimanê Kurdî hişyariyeke tund da û got, "Heta Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nekeve sîstema perwerdeyê, bi demdirêjî xilasiya wê tune."

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê (21ê Sibatê) de bû mêvana bultena Nûrojê ya Rûdawê û derbarê metirsiya li ser Kurdî, dersên bijarte û statuya zimên pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Komeleya Lêkolînên Kurdî danera rêbaza xwendinê ya HÎNKERê ye ku ji aliyê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê ve ji bo fêrbûna zaravayê Kurmancî tê bikaranîn.

Remziye Alparslanê derbarê metirsiya li ser zimanê Kurdî de hişyarî da û got:

"Heta zimanê Kurdî nekeve nav sîstema perwerdeyê, xilasiya wê tune û dê tenê xwe li ser pêyan bihêle.

Armanca me mezintir e û em dixwazin Kurdî bibe zimanê jiyana me."

"Metirsiya herî berbiçav li ser Zazakî ye"

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî gefa herî mezin a asîmîlasyonê li ser Kirmackî (Zazakî) dibîne.

Alparslanê diyar kir ku niha metirsiya herî berbiçav û nêzîk li ser Zazakî ye û sedemên wê jî bi nebûna perwerdeya bi wî zaravayî, nebûna statuyê û qedexeya metirsîdar ve girê dan.

"Statu dê paşeroja zimanê Kurdî biparêze"

Remziye Alparslanê destnîşan kir ku ji bo zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikaribe li ser pêyên xwe bisekine, statu hewce ye û got, "Wilo dê paşeroja wî hebe."

Alparslanê da zanîn, tevî ku dersên Kurdî yên bijarte û têkoşîna nav malê zimanê Kurdî heta radeyekê parastiye jî heta ku ew ziman bi fermî neyê naskirin û nebe zimanê perwerdeyê, bi pêş ve naçe.

"Axaftina Kirmanckî ji sedî 50 kêm bûye"

Hevseroka Komeleyê bal kişand ser rapirsiyan û diyar kir ku niha zaravayê Kirmanckî (Zazakî) li herêmên Zazakîaxêv di nav ciwan û zarokan de ji sedî 50 kêmtir tê axaftin û wiha domand:

"Em wê kêmbûnê ji bo Kurmancî jî dibînin lê metirsiya li ser Zazakî di asteke bilindtir de ye."

Remziye Alparslanê bi bîr anî ku herêmên Zazakîaxêv ji berê ve rastî siyaseta asîmîlasyonê û guhertina demografyayê hatine û encamên wê yên neyînî hîna jî tên dîtin.

"Pirsgirêk nêzîkbûna dewletê ye"

Alparslanê derbarê tayînnekirina mamosteyên Kurdî de ragihand, "Pirsgirêka sereke, nêzîknebûna cidî ya rayedarên dewletê ye."

Alparslanê sedema vê yekê bi tayînnekirina mamosteyên ku li zanîngehan beşa Kurdî qedandine ve girê da.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî her wiha diyar kir, her sal hejmareke kêm a mamosteyên Kurdî tên tayînkirin û ev hejmar ne li gorî pêdiviyê ye.

"Divê wekî mafekî bê dîtin"

Alparslanê got, daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê li Bakurê Kurdistanê zêde ye lê tevî vê jî, divê parastina zimanê Kurdî ne li gorî daxwazkirin û bijartinê be, divê wekî mafekî were dîtin.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî herî dawî bangî malbatên Kurd kir û xwest ku di serî de parastina zimanê dayîkê di nav malê de pêk bînin.