Li Tirkiyeyê Rewşa Kurdî: Sedsaleke di nav qedexe, asîmîlasyon û têkoşînê de

Hewlêr (Rûdaw) - Cîhan 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê pîroz dike. Lê ji bo Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ev roj ne tenê pîrozbahî ye, rojeke xemgîn û bîranîna têkoşîneke sed salî ye.

Li gorî texmînan, zêdetirî 25 milyon Kurd li Tirkiyeyê dijîn.

Tevî ku Kurdî duyemîn zimanê herî mezin ê welat e jî Kurd ji destpêka damezirandina komarê ve ji "perwerdeya bi zimanê dayîkê" bêpar in.

Felsefeya yekzimanî

Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê û Koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul bal kişand ser felsefeya avabûna komarê û got:

“Ji bo em polîtîkayên li ser rewşa Kurdî li Bakurê Kurdistanê fêm bikin, divê destpêkê em polîtîkayên felsefeya avabûna Komara Tirkiyeyê fêm bikin.

Ji ber ku çawa li ser yek dewlet, yek milet û yek al û dîn ava bûye, bi heman awayî li ser felsefeya yekzimanî jî ava bûye.

Ji ber ku li ser vê felsefeyê hatiye avakirin hemû zimanên din hatine qedexekirin.”

Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, ne tenê daxwazeke siyasî ye, di hiqûqa navdewletî de mafekî mirovî ye.

Maddeya 30î ya Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî dibêje:

- Nabe ti zarokek ji mafê xwe yê bikaranîna zimanê dayîkê were bêparkirin.

- Mafê bikaranîna ziman ê zarokan ji aliyê dewletan ve tê parastin.

- Dewlet bikaranîna van mafan bi tedbîrên yasayî û îdarî garantî dike.

Her wiha, di benda 4an a madeya 39an a Peymana Lozanê de jî tê gotin:

"Ji bo wan welatiyên Tirkiyeyê yên ku bi zimanekî ji bilî Tirkî diaxivin, li dadgehan, saziyên îdarî, olî û di çapemeniyê de di bikaranîna zimanê wan de ti sînor nayên danîn."

Tevî van peymanan jî, Tirkiye hîn jî di qada perwerdeyê de xalên derbarê mafên Kurdan de bi "şerhê" qebûl dike û rê nade Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

"Welatî bi Tirkî biaxive"

Piştî ku Komarê hîmên xwe qayîm kirin, zexta li ser Kurdî jî zêdetir kir.

Di salên 1930î de kampanyaya "welatî, bi Tirkî biaxive" dest pê kir.

Kesên li kolanan ji bilî Tirkî bi zimanekî din dipeyivîn, bi cezayên pereyan dihatin cezakirin.

Eger kesekî ji ber axaftina bi Kurdî an zimanekî din giliyê kesekî kiriba ji sedî 50ê wî pereyî jî wekî xelat dida kesê gilîker.

Nivîskar û Lêkolîner Roşan Lezgîn li ser wê serdemê got:

"Cezayê ku wê demê ji ber axaftina bi zimanekî biyanî an zimanê Kurdî 5 kaxiz (lîre) bû. Ev hatiye tesbîtkirin û dekontên wê hene.

Bi 5 kaxizên wê demê jî teqrîben mihek an bizinek dihat kirîn.”

"Zivistana reş" a zimanê Kurdî

Lê bi derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî zexta li ser Kurdî gihişt lûtkeyê û "zivistana reş" a zimanê Kurdî dest pê kir.

Bi yasaya hejmar 2932yan, axaftin û weşana bi Kurdî bi temamî hat qedexekirin.

Di girtîgehan de dayîkên Kurd ên ku bi Tirkî nedizanîn nedikarîn bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.

Kurd ji ber axaftina bi Kurdî dihatin girtin û şkencekirin.

Zimanzan Samî Tan ew serdem wiha veguhast:

“Li ser dîwarên girtîgehê nivîsîbûn ‘Vatandaş Türkçe konuş çok konuş’ (Welatî bi Tirkî biaxive, pir biaxive). Wê demê Kurdî dibû sedema şkence û lêdanê.

Eger dayîkek bixwaze li girtîgehê bi zarokê xwe re hevdîtinê bike, bi peyveke Kurdî hevdîtin bi dawî dibû û zarokê wê rastî şkenceyê dihat.”

Êdî zimanê Kurdan di lîteratûra dewletê de bibû "zimanekî nayê fêmkirin".

Salên 90î ji ber valakirin û şewitandina gundan û zextên siyasî beşeke zêde ya malbatên Kurd ji cih û warên xwe koçî metropolan kir.

Vê koçberiya bi zorê, ne tenê mirov, koka zimanê dayîkê jî ji axa wî veqetand û xist ber bayê helandinê.

Asîmîlasyona giran û sîstematîk a li bajaran birîneke giran li bedena Kurdî vekir.

Samî Tan li ser encamên koçberiyê got:

“Di vir de derxistin û vederkirina zimanê Kurdî ji jîngeha xwe ya xwezayî heye.

Li gundan û li cihên ku zimanê Kurdî zindî bû derxistina mirovan û koçberkirina wan hinek encam bi xwe re anîn.

Ev aliyek e ku dewletê eleqedar dike lê aliyê ku me eleqedar dike divê Kurd li hemberî bişaftinê bixebitin.”

Serdema dersên bijarte

Di destpêka salên 2000î de, bi bayê endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE), di siyaseta Enqereyê de hinek guhertin çêbûn.

Beşek ji qedexeyên li ser Kurdî hatin rakirin. Rê bi kursên fêrkirina Kurdî hat dayîn.

Sala 2009an televîzyona fermî ya Tirkiyeyê TRTyê dest bi weşana Kurdî kir.

Mîkaîl Bulbul diyar kir ku ev prose piştî heyameke dirêj hat û wiha axivî:

“Demeke pir dirêj ji salên 1920î heta salên 1990î mesele wiha domand.

Teqrîben 70 salan bi polîtîkayên asîmîlasyonê Kurdî hatiye înkarkirin û ji bo ku tune bibe bi her awayî teşwîq hatine kirin.

Piştî 1991ê rewşa siyasî li Bakurê Kurdistanê guherî û Tirkan siyaseta xwe nermtir kir.”

Sala 2012an de jî "Dersên Bijarte yên Kurmancî û Zazakî" di qonaxa dibistana navîn de hatin qebûlkirin.

Bi vê yekê jî Kurdî di dîroka komarê de cara ewil di sîstema perwerdeyê de cihê xwe girt.

Lê ev gavên han li gel ku wekî destkefteke mezin tên dîtin, di heman demê de ji bo nexweşiyeke giran wekî çareseriyeke demkî tên pênasekirin.

Zimanzan Bahoz Baran li ser dersên bijarte got:

“Du saet dersên bijarte helbet têra vê rewşê û perwerdeyê nake.

Lê eger em Kurdan wekî miletekî tî û birçî hesab bikin ev wekî tasek av e ku mirov bide yekî tî û birçî.”

Beşên Kurdolojiyê û tayînkirina mamosteyan

Yek ji girîngtirîn pêngavên vê serdemê, vekirina beşên Kurdolojiyê bû li çend zanîngehên Bakurê Kurdistanê.

Her dîsa cara ewil li Tirkiyeyê, mamosteyên Kurdî li zanîngehên dewletê pê digihîştin.

Lê ev pêngav li ber dîwarê Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ma û mamosteyên Kurdî wekî pêwîst nehatin tayînkirin.

Mîkaîl Bulbul li ser vê mijarê wiha got:

“Dewlet dema gavekê diavêje 10 cor astengiyan jî di ber re derdixe. Yek ji astengiyan mamoste nayên tayînkirin.

Heta niha em dizanin ku 213 mamoste hatine tayînkirin lê 10 ji wan îstîfa kirine, ji ber zehmetiyên psîkolojîk, mobîng û pirsgirêkên din îstîfa kirine.

45 mamosteyan branşa xwe guherandiye wate ji Kurdî derbasî beşeke din bûne. Niha 157 mamoste li ser kar in.”

Pêvajoya Çareseriyê û paşveger

Di navbera salên 2013 û 2015an de, di bin navê "Pêvajoya Çareseriyê" de li ser asteke bilind qala çareseriya Pirsgirêka Kurdan hat kirin.

Qedexeyên li ser navên Kurdî hatin rakirin û li seranserê Bakurê Kurdistanê bi dehan kreş, dibistan û kursên Kurdî hatin vekirin.

Lê piştî têkçûna pêvajoyê û hewla derbeya 2016an, rewş serûbin bû.

Piraniya kreş, saziyên ziman, kurs, kovar û rojnameyên Kurdî hatin girtin.

Samî Tan ew serdem wiha nirxand:

“Di pêvajoya çareseriyê de hinek hêvî û kelecan li cem Kurdan çêbû.

Di warê ziman de jî xebatên saziyên sivîl geştir bûn.

Ji aliyê dewletê ve jî vekirina TRT Kurdî û beşên Kurdî li zanîngehan hêviyek da.

Lê piştî ku pêvajo têk çû ligel ku beşên Kurdî li zanîngehan nehatin girtin jî pir geş jî nebûn.

Gelek mamosteyên wan zanîngehan jî ji ber piştevanîkirina aştiyê ji karê xwe hatin dûrxistin.”

Metirsiya li ser Zazakî

Niha jî Kurdî di çerxên asîmîlasyonê de dinale. Li piraniya bajarên mezin ên Kurdan êdî zimanê serdest ê bazarê Tirkî ye.

Dayîk û bavên Kurd bi zarokên xwe re bi Tirkî dipeyivin da ku li dibistanan "zehmetiyê nekişînin".

Nifşek mezin dibe ku dibêje "Kurdî fêm dikim lê nikarim biaxivim."

Psîkiyatrîst Dr. Azad Dildar li ser psîkolojiya zarokan û malbatan got:

"Dema perwerdeya bi zimanê dayîkê qedexe be, zarok dema mezin dibin û dest bi dibistanê dikin bertekan li hemberî malbatên xwe nîşan didin.

Ji wan re dibêjin we çima ev ziman fêrî min nekiriye.

Dibêjin li dibistanê bi vî zimanî (Tirkî) bi min re diaxivin, lê ez nikarim biaxivim.

Piraniya malbatan dixwazin xwe û zarokên xwe biparêzin û di nav pergalê de bimînin û bi ser bikevin.

Ji ber vê yekê jî berê xwe didin zimanê serdest, zimanê Tirkî."

Nebûna perwerdeya bi zimanê dayîkê, Kurdî biriye ber qeraxeke metirsîdar.

UNESCOyê di Nexşeya xwe ya Zimanên Di Bin Metirsiyê De, zaravayê Zazakî yê Kurdî wekî "zimanê li ber windabûnê" pênase dike.

"Zazakî ji nav hatiye hilanîn"

Nivîskar û Lêkolîner Roşan Lezgîn li ser metirsiya li ser Zazakî hişyarî da û got:

“UNESCO nebêje jî em bi xwe dibînin û her kes dibîne ku Zazakî ji nav hatiye hilanîn.

Kurmancî derfet û qada wê firehtir e lê Zazakî gelekî sînordar e û tenê li çend wîlayetên Bakur tê axaftin.

Ev dike ku Zazakî zûtir ji nav biçe. Êdî tenê kesên bitemen mane ku bi Zazakî diaxivin. Di nav zarokan de êdî axaftina bi Zazakî dibe ku ji sedî 2 jî nebe.”

Zimanê "X"

Wekî berdewamiya polîtîkayên sed salên borî, heta niha li Parlamentoya Tirkiyeyê Kurdî hîn jî di girtenameyan de wekî "zimanê nayê fêmkirin" an "zimanê X” derbas dibe.

Dema parlamenter li ser kursiyê dest bi axaftina Kurdî dikin yekser mîkrofona wan tê qutkirin.

Parlamentereke DEM Partiyê bertek nîşan da û got, “Çi Soran çi Goran çi Kurmanc çi Zaza zimanê me Kurdî ye û Kurdî xeta me ya sor e.”

Astengiyên destûrî

Daxwaza Kurdan zelal e: Statuyeke destûrî û perwerdeya bi zimanê dayîkê.

Lê ji bo statuya Kurdî, çendîn berbestên destûrî hene.

Li gorî Madeya 3yan a Destûra 1982yan a Tirkiyeyê, "Zimanê Dewleta Tirkiyeyê Tirkî ye." Di madeyeke din de jî dibêje, ew made nayê guhertin û pêşniyara guhertina wê jî nayê kirin.

Lê astengiya herî mezin a li ber perwerdeya Kurdî, Maddeya 42yan a destûrê ye.

Ev made bi awayekî zelal dibêje: "Ji bilî Tirkî, ti zimanekî din li saziyên perwerdeyê wekî zimanê dayîkê ji bo welatiyên Tirk nayê hînkirin."

Kurdî sedsala yekem a Komarê di bin siya qedexeyan û asîmîlasyonê de derbas kir.

Lê tevî hemû zextan têkoşîna ji bo zimanê Kurdî 100 sal in bê rawestan didome.

Di demekê de ku niha jî pêvajoyeke nû ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan bi hemû germûguriya xwe didome, çavê Kurdan li wê yekê ye ku di vê sedsalê de zimanê wan bê statu nemîne û dewlet di destûrê de mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo wan misoger bike.