Hevseroka SZKyê: Em statuyeke mîna ya Akademiya Erebî dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Hesenê ragihand ku di çarçoveya gotûbêjên entegrasyonê yên bi hikûmeta Şamê re, ew daxwaz dikin ku saziyeke mîna Akademiya Zimanê Erebî ya li Şamê ji bo zimanê Kurdî jî hebe.

Viyan Hesenê da zanîn ku divê ev sazî xwedî heman mafên yasayî be û got, "Navê saziyê ne pirsgirêk e, ya girîng naverok û desthilatên wê ne."

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Hesen beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Viyan Hesenê ragihand ku ji bo parastina destkeftiyên 14 salan ên şoreşa ziman a li Rojavayê Kurdistanê, divê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî bibe xwedî statu û mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê naskirin.

"Perwerdeya bi zimanê dayîkê xeta sor e"

Hevseroka SZKyê Viyan Hesenê bal kişand ser rewşa dawî ya zimanê Kurdî û pêvajoya dan û standinên bi Şamê re û ragihand ku eger di destûra bingehîn de neyê misogerkirin metirsiyeke mezin li ser paşeroja zimanê Kurdî heye.

Viyan Hesenê got, "Ev 14 sal in keda şoreşa ziman tê dayîn.

Ji bo ku ev ked û destkeftî winda nebin, perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo me xaleke bingehîn e ku em dê ti carî jê paş ve gav neavêjin."

Hesenê destnîşan kir ku di çarçoveya rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de, yek ji dosyeyên herî girîng mijara ziman û perwerdeyê ye.

Her wiha da zanîn ku şandeyên taybet û komîteyên ji pisporan hatine avakirin da ku bi rayedarên Şamê re li ser "entegrasyona" sîstema perwerdeyê gotûbêjan bikin.

"Biryarnameya 13an girîng e lê têrê nake"

Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şer bi biryarnameya hejmar 13 zimanê Kurdî wekî "zimanekî niştimanî" nas kiribû.

Viyan Hesenê li ser wê biryarê got:

"Cara yekem e ku di dîroka Sûriyeyê de zimanê Kurdî bi vî rengî tê naskirin.

Ev xaleke erênî ye ku em dikarin li ser ava bikin. Lê belê ev biryar têrê nake.

Nayê qebûlkirin ku piştî 14 salên xwendina Kurdî ya ji dibistanê heta zanîngehê, niha tenê hefteyê du saet dersên Kurdî bên dayîn an jî tenê mafên çalakiyên çandî ji Kurdan re bê dayîn.

Daxwaza me ew e ku Kurdî ne tenê wekî zimanekî niştimanî, wekî zimanekî 'fermî' di destûrê de cih bigire."

"Em mafê wekî yê Akademiya Erebî dixwazin"

Hevseroka SZKyê li ser pirsa derbarê paşeroja Saziya Zimanê Kurdî û egera entegrekirina wê ya di nava Wezareta Perwerdeya Sûriyeyê de anî ziman ku ew di warê yasayî û îdarî de wekheviyê dixwazin û got:

"Çawa ku li Şamê Akademiya Zimanê Erebî heye û xwedî statuyeke yasayî ye, divê Saziya Zimanê Kurdî yan jî Akademiya Zimanê Kurdî jî bi heman mafan li Sûriyeyê were naskirin.

Nav ne pirsgirêk e, ya girîng naverok û hebûna wê ya yasayî ye."

Viyan Hesenê her wiha bal kişand ser helwesta gel û mamosteyan û got:

"Malbat, xwendekar û mamoste di daxwaza xwe ya perwerdeya bi zimanê dayîkê de bi biryar in.

Em wekî SZK soz didin ku ji bo bidestxistina van mafan em dê di hemû komîteyan de berpirsyariya xwe bi cih bînin û heta dawiyê li ber xwe bidin."