Mesrûr Barzanî: Ziman bingeha nasnameya me ye
Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê peyamek belav kir û got, "Em pêbendî giringîdana bi zimanê Kurdî û zimanê hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ne."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li Kurdistaniyan kir û anî zimên:
"Herêma Kurdistanê bi hebûna ziman û çandên cuda dewlemend e.
Cihê şanaziyê ye ku hemû pêkhateyên Kurdistanê, bi azadî bi zimanê dayîka xwe diaxivin û dixwînin."
'Ziman nasnameya me ye'
Serokwezîr Mesrûr Barzanî Kurdistanê her wiha got:
"Ziman, bingeheke girîng û sereke ya hebûn û nasnameya me ya neteweyî û niştimanî ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbendbûna xwe ya ji bo girîngîdana bi zimanê Kurdî û zimanê hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ducare dike."
Kurdî di rêza 59an de ye
Her sal 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ye û hemû gelên cîhanê bi çalakiyên curbicur vê rojê pîroz dikin.
Li cîhanê 6 hezar ziman hene lê metirsiya jinavçûnê li ser gelekan ji wan heye.
Piraniya xelkê cîhanê bi 100 zimanan diaxivin. Zimanê Kurdî jî di rêza 59an a zimanên cîhanê de cih digire.