Barzanî serdana mala şehîd Hucam Sûrçî kir


Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana mala şehîd Hucam Sûrçî kir.

 

Birayê şehîd Hucam Sûrçî, Malik Sûrçî ji Rûdawê re got, Barzanî ji bo pîrozkirina Newrozê serdana mala wan kiriye.

 

Malik Sûrçî her wiha got, Barzanî ji me re got, ez nikarim serdana hemû malbatên şehîdan bikin ji ber wê jî li ser navê hemû şehîdan min serdana malbata şehîd Hucam kir.

 

Birayê şehîd Hucam Sûrçî her wiha diyar kir ku Barzanî zêdetirî 20 xulekan li mala wan maye û ew jî ji vê yekê pir asûde bûne.