Herêma Kurdistanê 3 ton derzî û derman şand Hesekê

Dihok (Rûdaw) – Herêma Kurdistanê 3 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê ji bo birîndarên teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şand.

Di teqînên duh ên Hesekê de bi dehan kes şehîd bibûn û nêzîkî 150 kes jî birîndar bibûn.

Rêveberê Pişka Dermansaziyê ya Saxlemiya Dihokê, Mîrxan Nebî Salih ji Rûdawê re got, bi fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê, 3 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê ji bo birîndarên Hesekê hat şandin…