Dihok (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li devera Sinûnê ya Şingalê êrişî Pêşmerge kirin. Şer û pevçûn heta niha jî didome.
Pêşmergeyê bi navê Yûsif Mihemed li eniya Sinûnê ji Rûdawê re got, îro derdora saet 13:00, çekdarên DAIŞê li devera Herdan û gundê Til Şorê yên girêdayî nahiyeya Sinûnê, êrişî hêzên Pêşmerge kirin.
Yûsif Mihemed diyar kir ku ji ber wê jî şer derket û heta niha jî didome û da zanîn, lê heta niha tiştek bi pêşmergeyan nehatiye û çekdaran nekarîne pêşde bên.
Li gorî agahiyên wî pêşmergeyî, çekdarên DAIŞê bi doşka, RPG û otomobîlên zirhî yên bi navê Hummer êriş dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse