Komeleya Ehmedê Xanî cejna Newrozê pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Ruhayê bi boneya Cejna Newrozê peyamek belav kir û ragihand ku, Em hêvî dikin Newroz li gor nirxên neteweyî yên Kurd were pîrozkirin.

 

Komeleya Ehmedê Xanî ya li Ruhayê, bi boneya Cejna Newrozê peyamek belav kir.

 

Peyama Komeleyê bi awayî ye:

 

“Cejna neteweyî ya gelê Kurd Newroz pîroz be.

 

Bi boneya Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, Newroz’a gelê çar parçeyê Kurdistanê, tekoşerê bi rûmet ên doza Kurd û kedkarên zimanê Kurdî pîroz be.

 

Em hêvî dikin, Newroza ku bandoreke wê ya girîng di pêvajoya neteweyîbûna gelê Kurd de heye, ji îdeolojiyên siyasi dûr, li gor nirxên neteweyî ên Kurd were pîrozkirin.

 

Bi hêviya ku ji bo doza Kurd bibe vejîne ke nû û bibe wesîleya yekitiya Kurd Newroz’a we pîroz be.”