Li Dêrsimê Newroz tevî qedexeya Walî hat pîrozkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê tevî qedexeya parêzgariya bajêr Cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Parêzgariya Dêrsimê ragihandibû ku ji bo Newrozê dê tenê rê bidaxuyanî bê dayîn û nehêle Newroz li bajar were pîrozkirin, lê tevî vê daxuyaniyê çalakiya Cejna Newrozê, li Qada Seyît Riza hat lidarxistin û welatiyan piştî xala polîsan derbas kirin, gihîştin qadê.
Di çalakiya Newrozê ze agirê Newrozê hat vêxistin û xelkê Dersimê bi cilûbergên xwe yên netewî govend gerand.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alîcan Onlu, Şaredar Fatîh Mehmet Mçoglu, hin nûnerên partiyên siyasî û welatî beşdarî çalakiyê bûn.