Joe Biden Cejna Newrozê pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden bi boneya Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, “Bihar hemayeke hetayî ye bo nûbûn û zindîbûnê ji Amerîka ta Îran, Asyaya Naverast, welatên Qefqas û Rojhilata Navîn û dilê xelkê ji ronî û hêviyan tijî dike.”

Serokê Amerîkayê amaje bi wê dike ku Koşka Spî bi mêza “Heft Sîn” pêşwazî li Newrozê dike. “Heft Sîn” nerîteke kevn a gelên Îranî ye ku roja Newrozê wek sewze, gul, giya û tiştên wek wê li ser mêzekê tên danîn.

Serokê Amerîkayê dibêje, “Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi wê peyamê ye ku Newroz li gel xwe tîne.”

Serokê Amerîkayê di peyama xwe de amaje bi wan kesan dike ku di heyama derbasbûyî de bi Coronayê jiyana xwe ji dest dane û dibêje, “Piştî ew hemû azar û jidestdanê, divê li bîra me be ku rojên me yên baştir li pêş in û pêwîst e em hemû kar bikin bo ku armanca mezin û hevbeşên me di dahatûyê de bedest bixin ku ji aştî, xweşguzeranî û hevtegêhiştinê.”

Ev peyama Serokê Amerîkayê di demekê de ye ku niha li seranserê Kurdistanê Cejna Newrozê û serê sala Kurdî tê pîrozkirin û ahengên berfireh birêve diçin.