9 Photos
Li Ameda Bakurê Kurdistanê îro ahengek hat sazkirin û Newroz bi beşdariya bi sed hezaran kesan li hat pîrozkirin.
Ahenga li Parka Newrozê demjimêr 10.00 destpê kir û di bin tedbîrên Coronayê de birêve çû û xelk bi koda taybet bi encama testa Coronayê derbasî qada Newrozê bûn.
Lêbelê tevî wê yekê jî bi sed hezaran kesan bi cil û berg û remz û sembolên netewî cihê xwe di di ahengê de girtin û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.
Herwiha derdora qada Newrozê jî ji aliyê hêzên emnî ve hatibû girtin. Rûdawê jî bi rûmaleke taybet ahenga Newroza Amedê veguhast.