Newroza Geverê bi Ala Kurdistanê hat xemilandin

21-03-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Geverê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Li Geverê Newroz bi coş hat pîrozkirin
A+ A-

Gever (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê tevî sir û sermayê xelkî berê xwe da qada Newrozê. Qaymeqamê Geveré îsal rê neda ku newroz li nava navceyê bê kirin xelké Geverî jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê berê xwe dan deşta Geverê ku hê jî nêzîkî yek mmetre berf lê heye.

Li nav navçeya Geverê tevî niv metre berf û li gundan derdora wê jî 2 metre berf heye, bi hezaran kesan xwe gihadin qada Newrozê tevli pîrozbahiyê bûn.

Endamê Komiteya Rêveber Abdulhekîm Kaval got: “Me berê cihe xwe yê Newrozê hebû, lê qaymeqam îsal destûr neda em li wê derê pîroz bikin. Wisa fikir kirin ku xelk nayê, lê em kurd in, em xwe li sirê didin, serma û berfê û heriyê didin. Eger ji me re gotiban herin Şemzîna em dê dîsa çûban.”

Hemwelatî Mehmut Saka jî got: “Sir û serma ye. Lê newroz e cejna Kurdan û Kurdistanê ye. Ez cejna hemu Kurdistanê pîroz dikim.”

Newroza Geverê ya îsal, nezîkî 15 km dûrî navenda navceyê li deşta Geverê ya ji çiya û berfê pêçayî hat pîrozkirin.

Hemwelatî Amara Duzen jî dibêje: “Pir xweş e. Em hatin, stran jî xweş bûn.”

Hemwelatî Hecî Samedîn Renda jî wiha hestên xwe yên Newrozê anî ziman: “Newroza me gellek baş bû. Ez hêvî dikim ku Newroza 2022 bibe sedema aşitiyê û azadbûna rêberê gelê kurd û zindaniyan. Serkevtinê ji bo me dixwazim.”

Ciwanên Geverê xwe bi stran û dîlan û govendê germ kirin. Qada Newroza Geverê bi ala Kurdistanê hat xemilandin û  siyasetmedar jî li quntara Çiyayî Cîlo peyama yeketiyê dan.

Parlementerê HDPê Tayyip Temel jî got: “Hemû meydanên Bakurê Kurdistanê banga Newroza yekîtiya netewî ye. Yeketî banga gelê Kurd ew e ku aliyên siyasî yên Kurd bibin yek. Li hemberî êrişên neyarên gelê Kurd yeketiya xwe pêk bînin.”

Îsal li heréma Colemêrgê navceyên wê Gever, Şemzîna û Çêlê ahengên Newrozê bi destûra parêzgariya Colemêrgê hatine pîrozkirin. Li gorî salên 2-3 salên borî beşdariya xelkî jî zedetir bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst