PAK: Agirê Newrozê doza azadiyê geş kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya Cejna Newrozê peyamak belav kir û di peyama xwe de dibêje: “

PAK bi hatina 21ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de dibêje: “Ji bo miletê Kurd Newroz rojeke nû, destpêka azadiyê û cejna netewî ya gelê me ye. Ji rûxandina zilma Dehaqê xwînxwar heta îro, agirê Newrozê her dem bi cûreyên cuda cuda geş bûye ji bo azadiyê. Carina li serê çiyan, çarina di dile her Kurdekî de pêketîye agirê Newrozê.”

Di daxuyaniya xwe de PAK diyar dike ku agirê Newrozê doza azadiyê geş kiriye û dibêje: “Îro jî agirê Newrozê, li himberî zilma Dehaqan, bi  ruhê  berxwedan û serhildana Kawa  bilind dibe. Û bi dehcaran jî Kawayên nemir bi agirê Newrozê doza azadîyê geş kirîne. Kengî ku ewrên reş û tarî xwestibe welatê me bifetisîne, agire Newrozê rêya azdiyê rohnî kiriye, hêvîyên me geş kiriye.”

Di beşeke din a peyama PAKê de hate gotin: “Newroz li gel miletê Kurd, cejna hemû gelên Aryan e, herweha 21ê Adarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Nîjadperestîyê ye. Li gel hemû êrîş, xeterî û planên xêrnexwezan jî, destkeftîyên dewletafFedere ya li Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna neteweyî, niştimanî ya li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, di vê roja Newrozê de jî, di doza  azadî û serxwebûna Kurdistanê de ji bo geşkirina hêiyên me pişteke mezin e. Bawerî, hêvî, sebir, tifaq, xebat, biryardarî, têkoşîn divê  her ardûyên alavîya agirê newrozê bin.

Em bi van hest û bîr û baweriyên xwe Newrozê li gelê xwe pîroz dikin.”