24 Photos
Li Nashville ya Amerîkayê ku hejmareke zêde ya Kurdan lê dijîn û wek ‘Kurdistana Biçûk’ tê zanîn, aheng û şahiya Newrozê hat sazkirin.
Li bajarê Nashville welatiyan bi govend û dîlanê Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz kirin.
Li gor amarên berdest, 15 hezar Kurd li Nashville dijîn ku ser bi wîlayeta Tennessee ya Amerîkayê ve ye.
Wêne: Diyar Kurdî/Rûdaw