Bakirhan: Bila nasname û zimanê Kurdan werin naskirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Em hêvî dikin ku Newroza 2026an bibe Newrozeke ku tê de pêngavên demokratîk werin avêtin û ziman û nasnameya Kurdan werin naskirin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan doh, li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî resepsiyona Newrozê bû.

Divê were gotin ku îro şahiya Newroza Amedê dê were lidarxistin.

Tuncer Bakirhan di vê resepsiyonê de axivî û bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên salên borî.

“Em têgihîştin ku me xeletî dikir”

Bakirhan diyar kir ku pîrozkirina Newrozê bêyî zextên polîsan jî pêkan e û wiha axivî:

“Bi salan me çalakiyên xwe yên wiha di bin siya dar, top û anonsên polîsan de kirin.

Lê em îşev têgihîştin ku me xeletî dikir. Diyar e ku Newroz dikare bêyî dar, top û kamerayên polîsan jî were pîrozkirin.

Ji bo ku em van şahiyan îşev wiha pîroz bikin gelek kesan canê xwe ji dest da.

Ez di serî de Mezlûm, Rehşan, Zekiye, Kemal Kurkut û hemû kesên ku ji bo van rojan canê xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tînim."

“Bila nasnameya Kurdan were naskirin”

Tuncer Bakirhan daxwaza wekhevî û aştiyê kir û daxuyaniya xwe wiha domand:

"Wan rêya me ronî kir û ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û wekhevîxwaz canê xwe ji dest da.

Em jî dê layiqî vê têkoşîna wan bin.

Belê, sala 2025an bû Newrozeke ku tê de çek bêdeng bûn û hatin şewitandin.

Em hêvî dikin ku Newroza 2026an jî bibe Newrozeke ku tê de pêngavên demokratîk werin avêtin.

Pêwîst e yasayên taybet werin derxistin û ziman û nasnameya Kurdan werin naskirin.

Bila qeyûm nemînin û em cejnên xwe bi azadî pîroz bikin.”