Li Amedê Cejna Newrozê bi coş tê pîrozkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ameda Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Azadî û Yekîtiya Demokratîk" dest pê kir.
Şahiya Newrozê li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê tê lidarxistin.
Tora Medyayî ya Rûdawê mîna salên borî, îsal jî weşaneke berfireh a Newroza Amedê dike û tîmên zêdetir şandine Bakurê Kurdistanê.ç
Pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zana jî di nav wan de ye.
Girseya xelkê ji saetên serê sibê ve li qadê kom dibe.
Newroza Amedê her sal wekî "Newroza Milyonî" tê naskirin û gelek peyamên siyasî tê de tên pêşkêşkirin.
Di bernameyê de dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetulah Aşitî, Ayla Akat Ata, Çetîn Arkaş û Leyla Zana gotarekê pêşkêş bikin.
Her wiha dê peyamên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê YNKiyê Bafil Talebanî werin xwendin.
Di heman demê de tê payîn ku peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî were xwendin.
Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Demet Ceylanê li qada şahiyê beşdarî bultena Rûdawê bû.
Demet Ceylanê got:
"Ev çend hefte ne amadekariyên teknîkî tên kirin. Li ser peyam û beşdariya xelkê gotûbêj hatin kirin. Hemû amadekarî hatine kirin."
Di nav peyam û posterên li qada şahiyê de, gotinên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan tên dîtin. Ceylanê diyar kir: "Ji bo poster û alayan hin astengî derketin, lê piştre ev pirsgirêk hatin çareserkirin."
Wê endama komîteya amadekar da zanîn ku îro dê peyama Abdullah Ocalan û peyama DEM Partiyê hebin û dê hemû peyam taybetî aştiyeke hertimî bin.
#WÊNE - Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê Amede ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
🔥 Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li kêleka hev in pic.twitter.com/7G9LS7LlFN
Tevî baranê jî coşeke mezin heye
Tevî ku hewa baranî ye jî ji saetên destpêkê yên sibê ve bi hezaran kes herikîn qadê.
Tê çaverêkirin ku bi deh hezaran kes beşdarî şahiya îsal bibin.
Ji xeynî xelkê Amedê, bi sedan kes ji bajarên wekî Êlih, Mûş, Sêrt, Wan û Rihayê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê çûne Amedê.
Beşek ji beşdaran cilên neteweyî yên Kurdan li xwe kirine.
Peyama welatiyên li Amedê: Em aştiyê dixwazin*
Îsal ji ber pêvajoya aştiyê, welatiyên Bakurê Kurdistanê bi coşeke zêdetir diçin qada Newroza Amedê.
Piraniya wan di daxuyaniyên xwe yên ji bo Rûdawê de, daxwaza aştî û bidawîbûna yekcarî ya şer dikin.
Ciwan, pîr, zarok, jin û mêr, bi komî û yek bi yek berê xwe didin qada Newroza Amedê.
Ciwanekî got: "Ez saet 04:00ê berbangê ji bajarê Sêrtê derketim rê. Min hemû karên malê hiştin daku beşdarî Newroza Amedê bibim."
Jineke Torî jî li Newroza Amedê got, “Newroz cejn e, serhildan e. Ji bo me pîroz e”
#VÎDEO - ❝Em jî Torî na❞
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
🔥 Torî çûne Newroza Amedê û li ber kemaçeya xwe direqisin û vê peyamê didin:
💬 ❝Newroz cejn e, serhildan e. Ji bo me pîroz e❞ pic.twitter.com/XEPmsR0ATU
Halîl Demîrê ku welatiyekî bi temen ê ji Sirûcê ye li Amedê ji Rûdawê re got, "Gelê me, Tirk û Ereb jî ji nav diçin. Êdî bes e û em aştiyê dixwazin."
Jineke bi temen di dema çûyîna qada şahiya Newrozê de ji Rûdawê re got:
"Em îro Newroza Kurdan pîroz dikin. Em diçin şahiyê dikin û govendê digerînin."
#VÎDEO - Ev jî govenda Newrozê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
🔥 Newroz li Amedê tê pîrozkirin#Newroz #Amed pic.twitter.com/6NI7FdsrLG
Welatiyekî ku ji bajarê Mêrdînê ji bo Newrozê xwe gihandiye Amedê got:
"Newroz cejn e, cejna hezar salan a Kurdan e. Em hêvîdar in ku bibe azadî û aştî ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn."
Welatiyekî din got, "Me deriyê mala xwe qifil kiriye û bi malbat û zarokan ve hatine daku Newroza Amedê pîroz bikin."
#VÎDEO - Ji Sirûcê çûye Newroza Amedê û coşa xwe bi tilîliyên xwe nîşan dide#Newroz #Amed pic.twitter.com/1TH52hkBr6
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
Rê nedan şal û şapikan
Ji bo ketina qada Newrozê saet 10:00an derî hatin vekirin.
Li derdora qadê 6 xalên lêgerînê hatin danîn.
Polîsan beşdar yek bi yek kontrol kirin.
Xelk piştî kontrolkirina nasnameyan ket hundir.
Li hin xalên kontrolê polîsan destûr neda welatiyên ku şal û şapik li xwe kiribûn da ku bikevin qadê.
Polîsan cilên Kuran wekî "unîformên leşkerî" nirxandin û wekî hincet nîşan da ku "li ser milên wan apolet hene".
Pîrozbahiyên ku bi amadebûna endamên Komîteya Amadekar a Newrozê bi awayekî fermî dest pê kirin, bi stranan û gerandina govendê didomin.
#WÊNE - Li Amedê qada Newrozê hêdî hêdî germ dibe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
🔥 Kurdistan dê îro biherike qada Newrozê
📸 Cêgir Umer-Rûdaw #Newroz #Amed pic.twitter.com/uOI7KFwARh
“Îro Newroza azadiyê ye”
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li ser dika merasîmê Cejna Newrozê li beşdaran pîroz kir.
Wan bi fermî destpêkirina merasîmên Cejna Newrozê ragihand.
Dogan Hatun di peyama xwe de go, "Amediyên hêja, hûn îro tenê nûnertiya Amedê nakin.
Hûn Hewlêr in, hûn Silêmanî ne, Mehabad û Efrîn in.
Îro ji we dengê Efrînê bilind dibe. Newroza Efrîn, Hewlêr û Mehabadê pîroz be. Îro Newroza azadiyê ye."
#VÎDEO - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun: Hûn îro ne tenê Amed in. Hûn îro Hewlêr in, Silêmanî ne, Mehabad in, Efrîn in. Îro dengê Efrînê bilind dibe ji we#Newroz #Amed pic.twitter.com/7N8muhOhxd
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
Bakirhan: Em zimanê Kurdî dixwazin
Hevserokê DEM PartiyêTuncer Bakirhan ragihand ku dem hatiye îradeya gelê Kurd bi fermî were naskirin û zimanê Kurdî di destûra Tirkiyeyê de cih bigire.
Tuncer Bakirhan li qada Newroza Amedê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Tuncer Bakirhan got, "Tevî baran û sermayê jî kombûna bi hezaran kesan nîşaneya îdareyeke pola ye ji bo xwedîderketina li mafên neteweyî."
Bakirhan destnîşan kir ku gelê Kurd 100 sal in di nav têkoşîneke mezin de ye û divê Tirkiye di sala 2026an de pêngavên pratîkî, demokratîk û yasayî biavêje.
Hevserokê DEM Partiyê li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan wiha axivî:
"Divê zimanê Kurdî bi fermî were naskirin û mafên ziman û çanda Kurdan di destûra Tirkiyeyê de cih bigirin.
Her wiha divê bi hezaran çalakvan û girtiyên siyasî werin azadkirin û vegerin nav xebatên sivîl."
Bakirhan di wê baweriyê de ye ku pêwîst e dawî li pergala qeyûman were anîn û îradeya gel li şaredariyan vegere.
#VÎDEO - Tuncer Bakirhan: Birêz Ocalan gavên pir girîng avêtin. Êdî dora hikûmet û desthilatê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
💬 Gelê Kurd 100 salî zilm û zoreke pir mezin dît
💬 Em ji bo azadiya Kurdan têkoşîneke pir mezin didin
💬 Şilî ye, baran e lê gel dîsa hatiye û mafên xwe dixwaze
🔥 Hevserokê… pic.twitter.com/LXTVtHNjnU
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê dewleta Tirkiyeyê gavên yasayî biavêje
Parlamentera DEM Partiyê û Seroka Destpêşxeriya Yekîtiya Demokratîk (DTK) Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê li şahiya Newroza Amedê ji Rûdawê re axivî.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê xwest ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî, girtiyên siyasî werin azadkirin û nasnameya gelê Kurd were misogerkirin.
Parlamentera DEM Partiyê destnîşan kir ku ew li bendê ne piştî Newrozê, dewleta Tirkiyeyê ji bo çareseriyê gavên dîtir biavêje.
Sayyîgîtê diyar kir ku ev gav ji bo danîna bingehên yasayî yên pêvajoya çareseriyê gelekî girîng û pêwîst in.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê wiha got:
"Dirûşma me ya îsal 'Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk' e. Em dibînin ku êdî gelê Kurd azadî û wekheviyê dixwaze."
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an bi belavkirina peyamekê, deriyên pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vekirin.
Parlamentera DEM Partiyê li ser vê yekê got, "Ji aliyê dewletê ve gav tên avêtin lê ev yek ji bo gelê Kurd têr nake."
Gulcan Kaçmazê daxwazên xwe wiha anîn ziman:
"Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û zimanê perwerdeyê.
Divê maf û statuya gelê Kurd werin misogerkirin. Em dixwazin bi hezaran girtiyên me werin azadkirin."
Ti tiştek ne zelal e. Lê em hêvîdar in piştî cejnê li parlamentoyê hin pêngavên yasayî werin avêtin. Hêviya me heye û em li benda pêngavên piştî cejnê ne."
#VÎDEO - Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Gelê Kurd êdî azadiyê dixwaze. Em îro li ser axa pîroz in
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
💬 Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Newroza Kurdistanê pîroz be #Newroz #Amed pic.twitter.com/lwofpEUujv
Mehmet Ruştu: Pirsgirêka Kurdan tenê bi danîna çekan çareser nabe
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî jî li qada şahiya Newrozê beşdarî bultena Rûdawê bû.
Wî tevî pîrozkirina cejnê, qala rewşa siyasî ya Kurdistanê û pêvajoya aştiyê kir.
Ruştu got, "Li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd roj bi roj nêzîktirî azadiyê dibin."
Ew komîsyona ku ji bo pêvajoya aştiyê ji aliyê desthilatê ve hatiye avakirin, dixwazin karê komîsyonê tenê danîna çekan be. Ji bo vê yekê dixwazin hin yasayan derbas bikin. Baş e rewşa şervanên PKKyê dê çawa be?
Rewşa wan kesên ku bi hinceta PKKyê hatine cezakirin û di zindanê de ne, yan jî yên ku ji ber daxwaza cezakirina wan Tirkiye û Kurdistan bicî hiştine, dê çi bi serê wan de bê?
Dibe ku yasayekê ji bo wê jî derxînin. Ez nabêjim vê mehê lê dê di mehên bê de pêngav ji bo wê werin avêtin. Lê belê Pirsgirêka Kurdan tenê çekdarî nîne û ji wê zêdetir e."
Ruştu destnîşan kir ku ew dibêjin divê ji bo perwerde û fêrbûna bi zimanê dayîkê pêngav werin avêtin û wiha domand:
“Divê hebûna Kurdan a li Tirkiyeyê di destûrê de were qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî divê pêngav werin avêtin.
Xebata partiya me ya li parlamentoyê jî dê li ser vî bingehî be."