Peyama Ocalan li Newroza Amedê hat xwendin

Hewlêr (Rûdaw) - Di pîrozbahiya Newroza Amedê de peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hat xwendin.

Pîrozbahiya Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan didome.

Peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hat xwendin.

Ocalan di peyama xwe de got, “Di destê me de ye ku em îsal ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê.”

Peyama Kurdî ji aliyê Veysî Aktaş ve hate xwendin.

Veysî Aktaş bi salan li Girtîgeha Îmraliyê li gel Abdullah Ocalan mabû.

Peyama bi Tirkî jî ji aliyê çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Medya Aslanê ve hate xwendin.

Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:

“Destana Newrozê bi hezar salan e ku ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve wekî cejna vejînê, berxwedanê û biharê tê pîrozkirin.

Newrozê ruhê berxwedan û vejînê yê gelên me vejand.

Sembol û kesayetiyên Newrozê giyanê vê herêmê nîşan didin. Dehaq temsîla pergala şaristaniya dewletîn e, marên li ser milên wî ku her roj mejiyê du ciwanan dixwin, hovîtiya dewleta Asûrî temsîl dikin. Kawayê Hesinkar remza berxwedana li dijî zilmê ye.

Şerên olî, mezhebî û çandî yên ku hezar sal in li Rojhilata Navîn berdewam in, derbeya herî mezin in li çanda jiyana hevbeş a di navbera gelan de.

Her ku her nasname û her bawerî hewl dide vekişe hundirê qalikê xwe, yê din bike dijmin û bi vî awayî hebûna xwe bidomîne, dûrketina di navbera gelên me de kûrtir dibe.

Nirxên me yên hevpar û çanda me ya hevpar tên paşguhkirin, cudahiyên me wekî sedema şer tên dîtin.

'Karesatek bi xwe re aniye'

Bi awayekî rojane israra li ser domandina polîtîkayên kevnar li herêmê, karesatek bi xwe re aniye. Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku bi taybetî li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal wekî hincet hatine dîtin.

Her çi qasî şerên olî û mezhebî yên ku sê sedsalan li welatên Ewropayê dewam kirin bi Peymana Westfalyayê ya sala 1648an hatibin çareserkirin jî berdewamiya heta îro ya van pevçûnan li Rojhilata Navîn ji bo gelên me bûye sedema trajediyên kûr.

Lê belê, îro derfeta me heye ku çand û bawerî careke din bikaribin bi hev re bijîn. Di destê me de ye ku em jîngeha şer û kaosê ya ku li Rojhilata Navîn tê afirandin, veguherînin baxçeyê azadiyê ji bo hemû gelan. Em dikarin trajediyên ku li ser me tên ferzkirin berevajî bikin û ji bo gelan jîngeha azadiyê biafirînin.

'Pêvajoyekê dest pê kiriye'

Niha, rûpelên veşartî yên dîrokê derdikevin holê, îhtîmala aştiyê di navbera gelan de û avakirina neteweya demokratîk zêde dibe. Her ku kevneşopiyên dewletê yên Sunî û Şîe û kevneşopiyên neteweperestî tên derbaskirin, derfeta jiyana azad a di navbera gelan de xurt dibe.

Îro rûpeleke nû vebûye. Rê ji bo gelên vê herêmê hatiye vekirin ku bi hev re bi awayekî azad bijîn.

Pêvajoya ku me di 27ê Sibata 2025’an de da destpêkirin, armanc dike ku bingehên yekîtiyekê li gorî rihê Newrozê vejîne.

'Em dikarin bibin yek'

Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn. Em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin, li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin.

Divê em wê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî ku di dîroka me de çêbûye îro jî li hemberî her cure şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.

Newroza 2026an bi hemû geşbûna xwe nûjenkirina vê dîrokê ye. Dîrok niha derdikeve holê, digihîje fersendeke mezin ji bo hişmendiya li ser bingeha nasnameya çandî ya rasteqîn.

Wate û hêza Newrozê wekî ‘niha’ derdikeve ser dika dîrokê. Newrozên îsal û yên salên pêş xwedî girîngiyeke dîrokî ya bi vî awayî ne.

'Newroz êdî ne xewnek e'

Newroza 2026’an ji rayên xwe ji nû ve zindî dibe, di kêliya niha de bi gaveke mezin ber bi demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk ve dibe nûjen, rengê Newrozê werdigire.

Cejna Newrozê, wekî ku di dîrokê de, ji nû ve zindî dibe. Ew bandora xwe li dilê Rojhilata Navîn piştrast dike û careke din wekî sembola yekbûna demokratîk li seranserê herêmê rola xwe dilîze. Nûbûneke girîng diqewime û ew ê berdewam bike.

Newroz heta niha bi nirxên sembolîk dihate pîrozkirin. Niha, Newroz ne xewnek yan jî utopyayekê temsîl dike. Ew jiyaneke civakî ya pêkhatî û bipêşketî temsîl dike.

Newroz ew roj e ku em xwe hem ji hêla wateyî ve hem jî ji hêla fîzîkî ve nas dikin.

Em xwe di Newrozê de ji hemû têkilî û wateyên nebes ên ku bi berdewamî me aciz dikin paqij bikin.

Em jiyanê bi şêwazeke têkiliyê ya jêhatî, bi kûrahiya wateyê, bi exlaqekî nû yê azadiyê û bi têgihîştineke estetîk a nû hembêz bikin.

'Di destê me de ye'

Em felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’yê di hemû têkiliyên xwe de bixin pratîkê û jiyaneke azad bi dest bixin. Em fêm bikin ku Newroz êdî ne hêvî, xewn yan teorî ye.

Ew kêliya sepandina pratîkî ye. Werin em bi hişmendiyeke jêhatî û kûrahiyeke temam a wateyê bersivê bidin vê kêliya sepandina pratîkî.

Bi boneya Cejna Newrozê, di destê me de ye ku em vê salê veguherînin saleke azadiya rasteqîn ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn. Em kevneşopiya dostanî û hevgirtinê di navbera gelan de ava bikin.

Em dikarin bi dawîanîna dabeşbûnên etnîkî û olî-mezhebî û pevçûnên birakujiyê û bi misogerkirina yekîtiya hemû çand û baweriyên olî li ser bingeha azadî û biratiyê vê yekê pêk bînin.

'Em rê nedin Rojhilata Navîn bibe qada şer'

Li hember hilweşîna mezin a civakî û ekolojîk a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye afirandin, me girêdayî rihê azadiya Newrozê çareseriyeke modernîteya demokratîk li ser bingeha siyaseta demokratîk, prensîbên ekolojîk û azadiya jinan pêş xist.

Em rê nedin ku Rojhilata Navîn a ku çandê diafirîne, ji aliyê hêzên hegemonîk ve bibe qada şer. Wekî ku di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin derbas bikin.

Ew dikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rasteqîn entegre bibe. Dema ku em nexweşiyên neteweperestî û mezhebî li dû xwe bihêlin û çanda dîrokî ya hevgirtinê ya hezar salan di navbera gelên xwe de xurt bikin, ti astengî namînin ku em nikaribin derbas bikin.

Peyama ji bo Cejna Remezanê

Mimkun e ku mirov bi ruhê yekîtiyê siyaseta demokratîk diyarî bike. Eger em bixwazin têkoşîna hezar salan a bindestan tacdar bikin, cihê vê yekê li Rojhilat jî li Rojava jî ne di hawîrdora çandî ya kapîtalîst de ye, cihê wê hawîrdora azad a Rojhilata Navîn e.

Em dikarin entegrasyona demokratîk li van axan li ser bingeha hevdîtineke rasteqîne û mirovahî, yekîtî, hevgirtin û dostaniyeke nû nûjen bikin.

Ez Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim û hêvî dikim ku rihê cejnê aştî û yekîtiyê geş bike.

Newroza 2026an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi rihê entegrasyona demokratîk, aştî û yekîtiyê tê pîrozkirin.

Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vê ruh û îradeyê û hêvî dikim ku Newroza îsal ku bi rastî jî heq dike wekî ‘Roja Nû’ were pîrozkirin, di salên pêş de bibe wesîleya meşa biheybet. Ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim.”