NEWROZA AMEDÊ - Bafil Talebanî: Divê em yekrêziya her çar parçeyan pêk bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Amedê peyamek şand.

Peyama Bafil Talebanî ya ku bi rêya vîdyoyê hatibû tomarkirin li qada Newrozê hat xwendin û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Bafil Talebanî di peyma xwe de wiha got:

"Silav Kurd û Kurdistan! Silav hevalên ezîz! Silav ji wan zarokên xweşik ên ku li wir westiyane re! Silav ji heval Abdullah Ocalan re! Silav Serok! Cejna we ya Newrozê pîroz be! Înşelah hûn her di cejnê de bin!

"Yekrêzî her çar parçeyên Kurdistanê ye"

Di vê dema hestiyar û girîng de, yekrêzî em in, yekrêzî hemû Kurd in, yekrêzî her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Silaveke taybet û rêzeke taybet ji bo wan hemû aliyên ku beşdarî wê proseya aştiyê bûne ya ku cenabê heval Abdullah Ocalan dest pê kir.

Înşelah di dema herî zû de ez têm xizmeta heval Apo. Înşelah em bernameyê bi yekitî temam bikin. Înşelah em di dema herî zû de azadiyê bibînin.

Hûn hemû dizanin Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her ji bo we bûye.

Ez li vê derê sozê didim we ku ew dê her ji bo we be, her ji bo we bixebite û hûn hemû li ser ser û çavên me ne.

Hûn dizanin tebîeteke min heye: ez tiştekî bibêjim, wê bi cih tînim.

Li vê derê ez soz didim we hemûyan; hûn saleke din min bi vîdeoyê nebînin, ez dê saleke din di xizmeta we de bim.

Her bijîn, cejna we pîroz be, li ser ser û çavên min!”