Şino (Rûdaw/ANF) - Leşkerên Îranê li devera Kêleşînê ya girêdayî bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê gule berdan komeke sivîlan. Di encamê de kesê bi navê Ezîz Îskender jiyana xwe ji dest da û kesek din bi avê Mewlîd Bayiz jî birîndar bû.
Roja 19’ê insane leşkerên Îranê gule li komek Kurdên ku ji neçariyê bazirganiya li ser sînor dikirin reşand. Di encamê de Ezîz Îskeder ê 30 salî û bavê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Herwiha kesê bi navê Mewlîd Bayiz ê 40 salî jî di encama êrîşê de birîndar bû.
Welatiyên kurd ên rojhilatê Kurdistanê ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê neçar dibin ku li ser sînorê rojhilat û başurê Kurdistanê qeçaxçîtiyê bikin. Rojane welatiyên kurd rastî êrişan tên û tên kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse