Li Başûrê Kurdistanê sîstema navendî ya bangê dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) – Êdî li Herêma Kurdistanê sîstema navendî ya banga nimêjan dest pê dike û xutbeya nimêja Înê jî, dê ji 20 xulekan derbas nebe.
Rêveberê Pêwendiyên Wezareta Karûberên Olî Merîwan Neqşebendî ji Rûdawê re ragihand: “Wezareta Karûbarên Olî sîstema navendî ya banga nimêjê pesend kir. Rojên Înê jî xutbe, dê ji 20 xulekan derbas neke.”
Merîwan Neqşebendî li ser sîstema navendî ya banga nimêjê û xutbeyê wiha got:
“Komîsyoneke pispor a wezaretê, her roja sêşemê ji bo roja înê dê sê xutbe diyar bikin. Meleyên mizgeftan kîjan bixwazin dê wêya hilbijêrin û bixwînin. Lê meleyên me li ser bûyer û geşedanan, dê bikaribin mijara xutbeya xwe biguherînin.”
Fermandarê Bereya Amade ya Hêzên Pêşmerge Arif Teymur ji Rûdawê re ragihand: “Li Herêma Kurdistanê gefa DAIŞê nema, lê divê pêşiya bîr û baweriyên wê rêxistinê were girtin.”
Projeya sîstema navendî ya bangê di 26ê Sibatê de ji aliyê Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ve hatibû qebûlkirin û proje pêşkêşî Saziya Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistanê hatibû kirin.
Saziya Bilind a Fetwayê jî piştî nirxandinan, proje pesend kiribû.
Rêveberê şîrketa projeyê Danyar Meer diyar kir: “Armanca projeyê ew e ku bi dengekî xweş, banga nimêjê were xwedin.”
Danyar herwiha li ser taybetmendiya sîstemê jî got: “2 xulek beriya wextê bangê sîstem dest pê dike û di dema wê de banga nimêjê tê xwendin.”