Malbata Sidar Uygurlar 40 roj in li benda edaletê ne

Hewlêr (Rûdaw) – Kujerê Sidar Uygurlar ku berî çil rojan di otomobîla xwe de hatibû kuştin, hêj nehatiye girtin. Bi gotina malbata Uygurlar hinek kes kujerê Sidar Uygurlar vedişêrin.

Li navçeya Siwêrekê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê di 12 Adara 2020an de Sidar Uygurlar ê 23 salî, dema bi otomobîle xwe ji otomobîla ku Yilmaz Geyîk ê 50 salî dibore, di navbera wan de nîqaş derdikeve. Li gor gotinên şahidhalên bûyerê, Sidar Uygurlar tevî heqaret û dijûnên Yilmaz Geyik, lêborina xwe ji wî dixwaze û ligel hevalên xwe li ser rêya xwe berdewam dibe.

Bi gotina heman şahidhalan Yilmaz Geyik bi vê yekê rihet nabe û dîsa dikeve pey otomobîla Sidar Uygurlar û pêşî li wî digire. Yilmaz Geyik bi demançeyê Sidar Urgarlar dikuje û ji cihê bûyerê direve.

Xwişka Sidar Uygurlar a bi navê Derya Uygurlar ji Rûdawê re ragihand ku derbarê bûyerê de çend delîl hene û 2 hevalên Sidar jî şahidê bûyerê ne û got ku ev 40 roj in wan ti encamek bidest nexistine.

Derbarê bûyerê Derya Uygurlar dibêje: “Derbarê bûyerê de dîmen hene. Bûyer kelî bi kelî hate tomarkirin. Pêşiya Sidar digire û li wî dixe. Sidar li otomobîla xwe siwar dibe, lê disa êrişî wî dike û paşê birayê min dikuje. Derbarê bûyerê de du şahidhal jî hene. Hevalên Sidar jî di otomobîla wî de bûn.”

Bi gotina Derya Uygurlar, Yilmaz Geyik hewl daye hevalên birayê wê jî bikujin, lê gule ji dermançeya wî derneketine û ew herdu hevalên birayên wê direvin û ev yek di dîmenan de jî diyar dibe.

Derya Uygurlar destnîşan kir ku dîmenên kamerayên ewlehiyê jî bûyerê bi zelalî nîşan dide û polîs li her derê li Yilmaz Geyik digere, lê cihê gumanê ye heta niha li cihek weke Siwêrekê biçûk nehatibe dîtin.

Derbarê vê yekê de jî Derya Geyik dibêje: “Tê gotin ku pêştir jî Yilmaz Geyik li gardiyanek kuştiye û derbarî wî de ji 5 tawanên din dosya hene. Li gor agahiyên me bihîstî hinek kes li Siwêrekê wî vedişêrin. Xelkê Siwêrekê dibêje ku ew li ser navê malbatên mezin ên Siwêrekê xelkê mirovan dikuje. Dozgerê Siwêrekê roja paştir diçe bêhnvedanê, me hêj ew nedîtiye. Polîs dibêje ew ji ber koronayê nikarin tiştekê bikin. Birayê min 5 roj piştî bûyerê otomobîla Yilmaz Geyik dît. Çima pêştir polîs nedît li ciheke weke Siwêrekê biçûk. Ev hemû li ba me cihê gumanê ne.”

Derya Uygurlar ji herkesê daxwazê dike ku ji bo girtina kujerê birayê bibin alîkar.