Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîlokê zarokeke 14 salî qirika bavê xwe birî û ew kuşt,
Bûyer îro sibehê li Taxa Ocaklarê ya Dîlokê qewimî.
Li gorî îdiayan, keça 14 salî yê bi navê S.Y. doh bi şev ji ber sedemeke ne diyar bi bavê Îbrahîm Y.yê ku tê îdiakirin tûşbûyê madeyên hişbir e re pev çûye.
Piştî pevçûnê S.Y.yê îro sibehê dema bavî wî dei xew de bûye bi kêrê qirika qî biriye.
Dema ku dêya wê Halîme Y. bi bûyerê dihise gazî polîs û tîmên tenduristiyê dike.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê diçin cihê bûyer.
Piştî kontrola tîmên tenduristiyê hate zanîn ku Îbrahîm Y. jiyana xwe ji dest daye.
Tîmên tenduristiyê piştî lîkolîna polîsan cenazeyê Îbrahîm Y. ji bo otopsiyê rakir morga Saziya Bijîşki ya Dîlokê.
Herwiha zaroka 14 salî S.Y. ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.
Di derbarê bûyerê de lêpirsin berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse