Li Wanê 27 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 27 kes bi tohmeta PKK û Cemaeta Gulen hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê li ser desteserkirinan daxuyaniyek belav kir.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku "xebatên ji bo deşîfrekirin û pêşîgirtina li çalakiyên rêxistinan dewam dikin."

Birêvebiriyê da zanîn ku di operasyonên ku di navbera 13-20ê Nîsanê de hatin kirin de 25 kes bi hinceta PKK/KCKyê û 2 kes jî bi hincea Cemaeta Gulan hatin desteserkirin.

Derbarê kesên ku hatine desteserkin kar û barên hiqûqî hatine kirine.