Pira Çemê Êlihê herifî û rê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna barana zêde pira li ser rêya sereke ya bajêr herifî û trafîk rawestiya.

Pêleke baranê beşek ji Bakurê Kurdistanê xistiye bin bandora xwe. Asta avê li gelek deverên parêzgeha Êlihê bilind bûye.

Bi taybetî asta ava Çemê Êlihê zêde bûye.

Pir herifî û trafîk rawestiya

Beşek ji pira duyem a Çemê Êlihê ku Rêya Derdorê ya Başûr di ser re derbas dibe herifî.

Ji ber vê yekê rê li ber çûn û hatinê hat girtin. Ev pêla baranê jiyana welatiyan bi rengekî nerênî asteng kiriye.

Rê li her du aliyan ji bo trafîkê hatiye girtin. Şofêr ber bi rêyên din ve hatin arastekirin.

Xebatên çêkirinê dest pê kir

Tîmên Birêvebiriya Rêyên Bejahî ji bo herêmê hatin şandin û tîman li herêmê dest bi kar û xebatên çêkirina rê kir.