Şaredariya Amedê jinan fêrî ajotina otobusan dike
Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê projeya "Perwerdeya Şofêrên Jin" da destpêkirin û di gera yekem de 50 jin beşdarî kursê bûn.
Jinên ku perwerdeya xwe temam bikin dê ehliyeta şofêrtiya otobusan a pola Dyê wergirin û karibin otobusan biajon.
"Jin dikarin her karî bikin"
Jin ji projeya şaredariyê gelekî kêfxweş in û spasiya xwe tînin zimên.
Yek ji wan şofêran Tugba Bîlmez e.
Tugba Bîlmezê li ser projeyê wiha got, “Li gorî min jin dikarin her karî bikin.
Ez ji bo vê derfeta ku pêşkêşî me kirine, spasiya hevserokên şaredariyê Serra Xanim û Dogan Beg dikim.
Ez ji wan hevalên me re serkeftinê dixwazim ku dê piştî me beşdarî vê projeyê bibin.”
Armanc peydakirina kar e
Armanca Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew e ku ji bo jinên ku perwerdeya xwe temam dikin derfetên kar pêşkêş bike.
Şofêra jin Elîf Yildizê jî destnîşan kir ku bi vê projeyê xeyalên wan pêk hatine û wiha pê de çû:
“Ez beşdarî projeya perwerdeya jinan a şofêrtiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûm û bi ser ketim.
Bi vê projeyê gelek jinan xeyalên xwe pêk anîn.
Bi saya vê projeyê em li ser kursiyê otobusê rûniştin, me jiyana xwe diyar kir û xeyalên xwe pêk anîn.”
Şertên beşdariya projeyê
Ji bo qebûlkirina projeyê çend şertên sereke hene.
Divê temenê jinan di navbera 24 û 35 salî de be.
Her wiha divê pêştir ehliyeta wan a şofêrtiyê ya pola Byê ya otomobîlan hebe.
Li aliyê din, tenê jinên ku rûniştvanên Amedê ne dikarin serî li vê projeyê bidin.