Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel sewqî dadgehê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê de hatibû desteserkirin, sewqî dadgehê hat kirin.
Tuncay Sonel sê roj berê bi tohmeta "tunekirin, veşartin an jî guherandina belgeyên sûc" hatibû desteserkirin.
Wî îro piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Bajar a Erziromê, bi tedbîrên tund ên ewlehiyê birin dadgehê.
"Ez birêvebirê dewletê me"
Hate zanîn ku Tuncay Sonel di nava sê rojên desteserkirinê de red kiriye ku îfadeyê bide.
Li gorî agahiyan, dema jê pirsîne "Gelo tu dixwazî îfadeyê bidî?", wî bi vî rengî bersiv daye: "Ez parêzgarê dewletê me. Ez bersiva asayîşê nadim. Ez mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tînim."
Li parêzgeha Xarpêtê hatibû girtin
Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê li ser lêpirsîna Gulistan Dokuyê nivîsek ji bo Serdozgeriya Erziromê şandibû.
Di wê nivîsê de hatibû diyarkirin ku gumaneke bes heye ku Sonel di dema wezîfeya xwe ya li Dêrsimê de (2017-2020) belgeyên sûc veşartine.
Sonel bi fermana Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çiftçi ji kar hatibû dûrxistin û 17ê Nîsanê li parêzgeha Xarpêtê hatibû desteserkirin.
Lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê
Xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuya 21 salî, ji 5ê Kanûna Paşîn a sala 2020an ve li Dêrsimê winda ye.
Malbata wê ya ji Amedê, 6ê Kanûna Paşîn a sala 2020an serî li asayîşê dabû lê heta niha ti encamek bi dest neketiye.
Di çarçoveya zanyariyên nû de, bi tevahî 15 gumanbar hatibûn desteserkirin ku 11 ji wan hatin girtin.
Mustafa Turkay Sonel (kurê Tuncay Sonel), Zeînal Abakarov (hevalê Gulistan Dokuyê), Cemîle Yucer û Engîn Yucer (dê û bavê Zeînal Abakarov), Çagdaş Ozdemîr (serekbijîşkê berê yê Nexweşxaneya Dêrsimê), Gokhan Ertok (polîsê berê) û Şukrü Eroglu (parêzvanê parêzgarê wê demê) di nav girtiyan de ne.
Her wiha sê gumanbarên din bi şertê "kontrola dadî" û "qedexeya derketina derveyî welat" hatin berdan.