Li Amedê qeza: 11 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek wergeriya û di encamê de 11 kes birîndar bûn.
Qeza navçeya Licê li ser rêya navbera Amed û Çewlîgê çêbû.
Mînûbusa ku navê şofêr û plakaya wê hîn nehatine zanîn, ji kontrolê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên tenduristiyê yên 112an, tîmên agirvemirandinê, AFAD û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de li gorî zanyariyên destpêkê 11 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li Amedê.