Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser girtiyên Lalezarê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li ser girtiyên Lalezarê daxuyaniyek belav kir.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew e ku divê her dosyeyek dûrî her cure destwerdan û zextan, bi rêya xwe ya yasayî bi rê ve biçe.
Dilşad Şehab diyar kir ku divê darizandin li ser bingehên rast werin kirin.
Her wiha destnîşan kir ku divê derfeta parastinê û parastina mafên gumanbar û girtiyan li gorî yasayan were misogerkirin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê helwesta Nêçîrvan Barzanî ya li ser darizandin û veguhastina girtiyên bûyera Tebaxa par a Lalezarê daxuyaniyek belav kir.
Dilşad Şehab da zanîn ku biryardana li ser veguhastina dosyeyekê ji dadgehekê ji bo dadgeheke din, mijareke bi temamî dadwerî ye.
Şehab anî ziman ku ev yek di çarçoveya taybetmendiyên desthilata dadweriyê de ye û dadgehên pêywendîdar biryarê li ser didin.
Şehab diyar kir ku divê dadgeh di dema xwe ya yasayî de û li gorî rêkarên yasayî biryarên xwe li ser vê pirsê bidin.
Parastina yasayan
Serokatiya Herêma Kurdistanê ducare kir ku ew wekî her tim parêzvanê yasa û saziyan in.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokatî pêbendî rêzgirtina li prensîba jihevveqetandina desthilatan û serxwebûna desthilata dadweriyê ye.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku di hinek dezgehên ragihandinê de li ser helwesta Serokê Herêma Kurdistanê ya li ser darizandina girtiyên Lalezarê hinek nûçe hatibûn belavkirin.