TIL TEMER – YPGê 3 gund rizgar kir

 

Hesekê (Rûdaw) - Gundên Til-Şamîram, Til-Nesrî û Til-Hefyan ên ser bi bajarokê Til-Temrê ve ketin di destê YPGê de.

 

Çalakvan Selman Meyro ji Til-Temirê ji Rûdawê re ragihand ku îro Yekîneyên Parastina Gel bi piştgiriya firokeyên hevpeymaniya navdewletî hersê gundên Til-Şamîram, Til-Nesrî û Til-Hefyan ku yên asuriyan e, ji destê DAIŞê derxistin.

 

Meyro herwiha got ku hinek xelkê Til-Temirê vedigerin bajarokê xwe lê xelkê gundan venagerin ji tirsa mayînên ku DAIŞê li wan gundan li pey xwe hiştine.

 

Duhî jî gundê Xêbiş jî ji destê DAIŞê hatibû derxistin.