DÊRSIM - Xelk vedigere gundên xwe lê av û elektrîka gundan nînin

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê kesên ku vedigerin gundên xwe ji xizmetên wekî rê, av û elektrîkê bê par in.

Li gelek herêmên Dêrsimê, her wiha li navçeya Pulurê jî di navbera salên 1993-94an de bi hinceta şerê di navbera hêzên Tirkiye û PKKyê de gelek gund hatin şewitandin.

Şêniyên gundan neçar man ku malên xwe biterikînin.  Ev rewş bû sedema trawmayên giran.

Gundê Hawaçorê yê li navçeya Pulurê sala 1994an ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê hatibû valakirin.

Piştî ku dewletê qedexeya li ser gund rakir, xelkê wî gundî sala 2012an dest bi vegerê kir lê ji wê rojê ve elektrîka wan û xizmetguzariyên din ên bingehîn nînin.

17 malbatên ku di nav şert û mercên zehmet de dijîn daxwaza dabînkirina elektrîk û xizmetguzariyên bingehîn ên wekç av û rê dikin.

“Gund hatin şewitandin”

Şeniyê Gundê  Hawaçorê Yusuf Canpolat got, “sala 1994an de gund hat valakirin. Du gund man, du sal şûn de ew jî nema.

Dewletê li vir kes nehişt, gund hatin şewitandin. Ez nizanim ji aliyê kê ve hatin şewitandin.

Piştî ku teror qediya ez vegeriyam, min xaniyek çêkir. Cîranên din jî hatin, wan jî xanî çêkir.

Lê ne rêya me heye ne jî elektrîka me. Me wekî komele serî li Qaymeqamtiyê û Walîtiyê da.

Elektrîk ji bo me pirsgirêkeke cidî ye, hîn jî nehatiye çareserkirin.

Xelkê gund bi erênî pêvajoya çareseriyê pêşwazî dikinlê dibêjin ji ber ku Kurd in rûbirûyê cudakariyê dibin.

“Bila ewil bi me re aştiyê bikin”

Şemiyê gund Suleyman Hayiroglu jî got:

“28 sal in elektrîk li gundê me tune ye. Berê hebû lê piştî ku gund hate valakirin, hat birîn.

Bê elektrîk, li vir jiyan nabe. Ji ber ku em Kurd in dewlet bi salan e xizmeta me nake.

Niha dibêjin aştî. Lê pêşî bi me re aştiyê bikin, bi vî civakê re aştiyê bikin, da ku em jî aştiyê fêm bikin û piştgiriyê bikin û atmosfereke xweş çêbibe.”

Nebûna elektrîkê herî zêde jiyana jinan zehmet dike.

Jin penîr û berhemên xwe yên din di nav avê de diparêz in.

Ew dibêjin eger pirsgirêka elektirîkê bê çareserkirin dê li gundê xwe bimînin.

“Elektrîk nebe jiyan gelekî zehmet e”

Şêniya bi navê Gule Hayirogluyê jî got:

“Dema elektrîk tune be, li gund jiyan pir zehmet e.

Em nikarin berhemên xwe biparêzin ji ber ku sarinc naxebitin, ji ber vê yekê hemû xera dibin.”

Li gorî rapora Parêzgariyê sala 1997an ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê li Dêrsimê hezar û 5 gund û gundik ji aliyê dewletê ve hatin valakirin û 8 hezar û 439 malbatan koç kir.