Wezaretê li ser parêzgar û qeyûmê Dêrsimê biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku parêzgar û qeyûmê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu ji erkê xwe hatiye dûrxistin.

Bulent Tekbiyikoglu sala 2023yan bûbû parêzgarê Dêrsimê û 22 Çiriya Paşîn a 2024an jî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ew wekî qeyûm danîbû ser Şaredariya Dêrsimê ku di destê DEM Partiyê de bû.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê ragihandibû ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altun wefat kiriye.

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun doh li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Li gorî hinek angaştan Bulent Tekbiyikoglu piştî “telefoneke ku ji Enqereyê hatiye” destûr daye çalakiya bibîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altun.

Li gorî Nowhaberê Tekbiyikoglu piştî vê yekê xwestiye ku îstifa bike û daxwazname daye Wezareta Karên Navxwe.

Wezaretê biryar da

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Bulent Tekbiyikoglu ji erkê xwe hatiye dûrxistin û ketiye bin fermana Wezareta Karên Navxwe.

Daxuyaniya nivîskî ya wezaretê wiha ye:

“Parêzgarê Dêrsimê Birêz Bulent Tekbiyikoglu ketiye bin fermana Wezareta Karên Navxwe.

Alîkarê Parêzgar Birêz Ertugrul Aslan bi wekalet hatiye erkdarkirin.”

Wezaretê li ser sedema vê biryara xwe ti daxuyanî neda.