Partiyên siyasî piştgiriyê didin pêşniyara Bahçelî
Enqere (Rûdaw) - Li ser avakirina komisyoneke hevbeş a li Parlamentoya Tirkiyeyê, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêşniyaz kiribû ku komisyon ji sed kesan pêk were û nûnerên hemû partiyên siyasî tê de cihê xwe bigirin.
Di nav partiyên siyasî de jî DEM Partî piştgiriya pêşniyaza Bahçelî dike. AK Partî jî dibêje mijar dê li gorî pêvajoya çekberdana PKKyê bê nirxandin.
Ji destpêka pêvajoya xwefesixkirin û çekdanîna PKKyê, yek ji mijarên ku li qada siyasî tê axaftin, mijara damezirandina komisyoneke hevbeş e.
Daxwaz ji aliyê mixalefetê ve hatibû kirin û herî dawî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî piştgiriya vê daxwazê kir.
"Divê dewlet pirsgirêkan çareser bike"
Parlamenterê AK Partiyê Muhammet Mufît Aydin jî diyar kir ku ew amade ne hemû mijaran gotûbêj bikin û wiha got:
"Yanî komisyona ku pêwîst e ku em biaxivin, em weha nizanin niha di serê kî de çi heye û pêwîstî çi ye.
Mijarê weke du malbat fikirin, pêwîst e em guhdariya her du aliyan jî bikin û mijarê çareser bikin.
Îro Kurmancên me jî wekî yek ji wan malbatan in. Dewlet jî pêwîst e kîjan alî pirsgirêk hebin çareser bike."
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî daxwaza komisyoneke hevbeş ya sed kesî dike ku hemû partiyên siyasî li gorî hêza xwe tê de beşdar bin.
Di nav Parlamentoya Tirkiyeyê de yekem aliyê ku piştgirî dide pêşniyaza Bahçelî, DEM Partî ye.
"Em gotinên Bahçelî erênî dibînin"
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç bi vî rengî piştgirî da Bahçelî:
"Birêz Bahçelî di vê mijarê de daxuyaniyek da û dibêje pêwîst e li Parlamentoyê komisyonek ava bibe û 16 partiyên li Parlamentoyê endamên xwe bişînin komisyonê û komisyon ji sed kesan pêk were.
Em jî demeke dirêj e ku heman gotinê dibêjin, em erênî dibînin. Gotineke baş e û wekî pêngavekê ye jî."
Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî xwe wekî xwediyê pêşniyazê dibîne.
CHP dibêje bila komisyon hem karê çekdananê bişopîne hem jî karên pêwîst ji bo demokrasî û mafên Kurdan bi cih bîne.
"Divê pêvajo bi şefafî bê meşandin û hemû alî beşdar bibin"
Endama Meclisa Partiyê ya CHPyê Emîne Uçar Erdogan li ser pêşniyara avakirina komîsyonê wiha axivî:
"Di mijara Tirkiyeya bêteror de Partiya Komarî ya Gel pêşniyazekî nû kiribû.
Pêşniyaz ew bû ku pêvajo bi şefafî bê meşandin û hemû aliyên civakê, hemû alî beşdar bin, ji bo wê jî pêwîst bû mijar li Parlamentoyê bê axaftin.
Rêya wê jî damezirandina komisyonekê ye ku bibe 'Komisyona Tirkiyeya Demokratîk a Bêteror.'"
Di derbarê daxwaza Devlet Bahçelî ya daxwaza avakirina komisyonê de, herî dawî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî gotibû ku piştî PKKyê çek danan, zemînê axaftina hemû mijaran dê Parlamento be.