Ji bo 3 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Giştî ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Şirnex, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Em ber bi havînê ve diçin lê li Bakurê Kurdistanê baran û şilî didomin.

Saziya Keşnasiyê ya Giştî ya Tirkiyeyê ragihand ku îro dê li derdora Colemêrgê baraneke gur bibare.

Li gorî pêşbîniyan, ev barana gur dê li başûrê Wanê û rojhilatê Şirnexê jî bibare.

Egera lehiyê heye

Saziya Keşnasiyê diyar kir ku ji ber barana zêde dibe ku di trafîkê de pirsgirêk derkevin.

Her wiha hat ragihandin ku egera lehî, brûsk, zîpik û bahozê jî heye.

Saziyê ji ber van rîskan ji xelkê xwest ku hişyar bin û tedbîrên xwe bistînin.