Mehmûd Xelîl: Em hewl didin beriya cejnê karwanekî din ê Efrîniyan vegerînin
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Asayîşa Navxwe ya Hisîçayê Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) got, “Em hewl didin beriya cejnê karwanekî din ê Efrîniyan vegerînin.”
Karwanê herî mezin ê koçberên Efrînî ji herêma Cizîrê ber bi Efrînê ve diçe.
Ev şeşemîn karwanê Efrîniyan e ku ber bi herêmên xwe ve vedigerin.
Karwanê vê carê ji 1,500 malbatî pêk tê û mezintirîn karwanê Efrîniyan e ku heta niha vegeriyaye.
Vegerandina 1,500 malbatî
Alîkarê Fermandarê Asayîşa Navxwe ya Hisîçayê Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) ji Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê re qala pêvajoya vegera koçberan kir.
Mehmûd Xelîl diyar kir ku pêvajoya vegerê bi lez didome.
Wî eşkere kir ku ew niha di dan û standinan de ne da ku beriya Cejna Qurbanê karwanekî din ê koçberan bi rê bixin.
Mehmûd Xelîl amaje bi dosyeya girtiyan jî kir û got ku hewlên wan didomin da ku di demeke nêzîk de û beriya cejnê, hinek dîlgirtiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) werin berdan.
Rewşa Serê Kaniyê û mayîn
Mehmûd Xelîl li ser rewşa koçberên ji Serê Kaniyê jî bal kişand ser cudahiya rewşa wê herêmê û girîngiya ewlehiyê.
Wî destnîşan kir ku li ser sînorê Serê Kaniyê gelek mayîn hatine çandin û niha tîmên taybet mijûlî paqijkirina wan in.
Li gorî agahiyên ku Mehmûd Xelîl dan, piştî ku ew ji ewlehiya herêmê piştrast bûn gelê Serê Kaniyê jî dê vegere cihê xwe.
#VÎDEO - Efrînî berê xwe didin axa xwe. Fîraz 50 kevokên xwe jî bi xwe re dibe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 21, 2026
🎙️ Dema ji Efrînê derketim min berî zarokên xwe kevokên xwe xelas kirin
🎙️ Me kon bi xwe re birine, em dê li hewşa mala xwe vedin û di wan de bijîn#Rojava #Efrîn pic.twitter.com/ECYJQ4XZPb
Heta niha çend malbat vegeriyane Efrînê?
Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî jî ji Rûdawê re ragihandibû ku ev karwanê 1500 malbatî ji bajarên Qamişlo û Dêrikê ber bi gund û bajarokên xwe ve bi rê ketiye.
Ehmed Hîlalî da zanîn ku vegerandina koçberên Efrînê di van du rojên dawî de gelekî bilez bûye.
Beriya vê komê, ji herêmên Cizîrê û Kobaniyê 5 komên din ên koçberên Efrînê vegeriyabûn warê xwe.
Komeke din ku ji hezaran kesî pêk tê jî amadehiyên vegerê dike.
Heta niha 6 karwan vegeriyane Efrînê û herêmên wê.
Amarên giştî yên vegera koçberan bi vî rengî ne:
- 9ê Adarê: 400 malbat.
- 4ê Nîsanê: 200 malbat.
- 14ê Nîsanê: 800 malbat.
- 9ê Gulanê: Nêzîkî hezar malbatan.
- 19ê Gulanê: 623 malbat (Ji Kobaniyê).
- 21ê Gulanê: 1500 malbat (Ji herêma Cizîrê).