Li Êlihê zilamê ku ket valahiya asansorê mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê kesekî dema xwest kesên ku di asansorê de asê mane rizgar bike, ew bi xwe ket valahiya asansorê û mir.
Li taxa Beldeyê ya Êlihê, îro li avahiyekê elektrîk qut bû.
Ji ber qutbûna elektrîkê 2 kes di asansorê de asê man.
Xwest deriyê asansorê veke
Ziya Baltaşê 67 salî yê ku di heman avahiyê de dijiya, çû alîkariya wan.
Wî hewl da deriyê asansorê veke da ku cîranên xwe rizgar bike.
Dema deriyê asansorê ji nişka ve vebû, Ziya Baltaş ket valahiya asansorê.
Baltaş ji jor ve bi tundî ket erdê û di encamê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Termê Ziya Baltaş ji bo kar û barên otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hat kirin.
Li aliyê din, her 2 kesên ku di asansorê de asê mabûn ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve bi silametî hatin rizgarkirin.