Li derdora Hewlêrê 8 parzûngehên petrolê hatine girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Mexmûr û Hewlêrê, 8 parzûngehên ne yasayî yên gazoyîlê hatine girtin. Hate gotin, ku destûra kar a van parzûngehan nebûye û herwiha zirareke mezin jî gihandina jîngeha paytext Hewlêrê.
Berpirsê Pişkînîn û Çavdêriya Jîngeha Hewlêrê Enwer Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Bi hevkariya parêzgariya Hewlêrê û komîsyona qaymiqamiyê, piştî giliya gelek hemwelatiyan a ji hewa û bêhna pîs, biryar hatiye dayîn, parzûneghên petrolê yên li nêzîkî bajarê Hewlêrê werin girtin.
8 parzûngehên hatine girtin bê destûr kar dikin û herwiha ziyanek mezin digihînin jîngeh û ava sererd a Hewlêrê.
Serokê Komeleya Parastina Avê Reşîd Cercîs jî got: “Paşmamiyên petrolê madeyên kîmyewî ne, ji bo jîngeh, hewa, xak û avê zirar in. ji ber ku ev paşmayî di nav averoya Hewlêrê ve diçe bin axê û ji wir jî ji bo ava ser erd dibe metirsî.”
Gaza ji parzûntina van kêlgehan derdikeve gaza “H2S” e, yek oksîda karbon û ekasîda nîtrojen e. Li gorî lêkolînên pizîşkî, ev gaz ji bo henase û nefesa mirov xeter in û dibin sedema penceşêrê.
Hefteya derbasbûyî li Silêmaniyê ji aliyê komîsyoneke qaymiqamiya qezaya navendî ve li dijî parzûngehên petrolê yên ne yasayî helmetek hate destpêkirin. Armanca helmetê ew bû, ku di nav hefteyekê de hemû parzûngehên ne yasayî, ku hejmara wan 26 parzûngeh in, werin girtin.
Li Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya parzûngehên biçûk û ne yasayî hene. Li Hewlêrê zêdetirî 100 parzûngehên wiha hene.