23 Photos
Xaneqîn (Rûdaw) – Li ser daxwaza komeke çalakvan û kesayetên herêmî, weke nerazîbûna li hember rewşa ewlehiyê û ji bo vegera hêzên Pêşmerge, îro greva giştî li Xaneqînê hat pêkanîn û hemû dikan, baregehên partî û saziyên hikûmî nehatin vekirin.
Daxwaza welatiyên ku grevê dikin, vegera Pêşmerge ye bo wê deverê, ku piştî 16ê Cotmehê Pêşmerge ne li wir e û xelkê wê deverê dibêjin, ji ber ku Pêşmerge ne li wê derê ye rewşa ewlehiyê têk çûye.