EFRÎN - Çekdaran derdora bendava Meydankê şewitandin
Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, derdora bendava Meydankê şewitandin.
Çavkaniyeke taybet ji herêma Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku duh roja Çarşemê (20.06.2018), çekdarên ser bi Tirkiyê ve agir berdana dorgeha deryaçeya bendava Meydankê.
Li gor wê çavkaniyê, hîç derfet û îmkanên vemirandina agir di destê xelkê deverê de nîne.
Heman çavkaniyê da zanîn ku berê belemek taybet hebû ji bo xizmetkirina deryaçe, dorgeh û bendavê, lê niha çekdaran dest danîne ser wê belemê û ji bo seyranan ji xwe re bikar tînin.
Beriya şewitandina dorgehê jî, darûberên derdora Deryaçeya Meydankê sê rojan li pey hev hatibûn şewitandin.
Encûmena Xwecihî ya Şeran û welatiyên gundên derdorê bi derfetên xwe yên kêm agir vedimirandin, lê careke din dihat vêxistin.
Çavkaniyekê ji herêmê ji Rûdawê re diyar kir ku hêzên Tirkiyê red kirin alîkariya xelkê deverê di vemirandina agir de bikin, herwiha, di dema vemirandina agir de, çekdarên ser bi Tirkiyê ve ji gundê Meydankê gule bi ser xelkê beşdarî vemirandina agir de berdan.