Çûna seyranê bo geliyên Munzur û Pilemûriyê hat qedexekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê li geliyên Munzur û Pilemuriyê çûna seyranê ya welatiyan hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê bi armanca rûbirûbûna agirê daristanan hinek biryar hatine dayîn û di vê çarçoveyê de li geliyên Munzur û Pilemûriyê çûna cihên seyranê û çêkirina kampan hatiye qedexekirin û hatiye gotin ku dê tîmên berpirsiyar li wan cihan kontrol bikin.
Parêzgarî dibêje: "Ji 15ê Hezîrana 2022 heta 31ê Cotmeha 2022ê li geliyên Munzur û Pilemûriyê seyranên bi agir û bê agir qedexe ne. Herwiha ji derveyî kar ketin û derketina nav daristanê jî hatiye qedexekirin. Dê bi rêya muxtar û zerevanên gund çavdêriya pêwîst bê kirin û eger kesên bi guman bên tespîtkirin dê hêzên ewlekariyê bên agahdarkirin."
Sala borî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên cûda agir bi gelek daristanan ket û hem zerara canî û hem jî madî çêbû.