Deriyê Sînorî yê Başmaxê: Bi dehan barhilgir asê mane

Pênciwên - (Rûdaw) - Ji ber şerê  Îran û Îsraîlê, tevgera bazirganiyê li deriyên sînorî yên Îran û Herêma Kurdistanê sist bûye û bi dehan şofêrên barhilgiran ev çend roj in li benda valakirina barên xwe ne.

Şerê Îran û Îsraîlê bandoreke rasterast li ser tevgera bazirganiyê ya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kiriye.

 Li Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Başmaxê, bi dehan barhilgir ev çend roj in rawestiyane û li benda zelalbûna rewşê ne.

Ev dîmenên şofêrên barhilgiran in ku li ber deriyê sînorî yê Başmaxê asê mane.

Kamyonên ku divabû bibûna amraza debara wan, niha bûne sitargeh û cihê razan û bêhnvedana wan.

Ew dibêjin ku ev 4 roj in ji ber kêmbûna dan û standina bazirganî û zêdebûna kontrolê, ew li Herêma Kurdistanê mane.

Şofêrê barhilgirekê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Diyako Mihemed ji Rûdawê re got,“Li vir cihê me yê bêhnvedan û razanê di nav kamyonan de ye.

Niha ji ber şer li ser sînor, kontrol gelek zêde bûye. Berê barhilgir zêdetir dihatin û diçûn lê niha ji ber vê rewşê me kes nedîtiye were.

Ev çend roj in min qîr ji bo Bender Ebasê barkiriye lê hîn dora min nehatiye.

Qutbûna înternetê li Îranê jî ji bo me pirsgirêk çêkiriye û metirsî heye hin baran vegerînin.”

Şofêrekî din ê bi navê Mihemed Ehmedî jî tekezî li ser bandora neyînî ya şerê Îran û Îsraîlê kir û wiha domand, “Sedî sed bandor li rewşa bazirganî û çûn û hatina me kiriye.

Karekî ku berê di rojekê de xilas dibû, niha bûye 4 roj. Rewşa min hîn baş e lê yên ku qîr bar kirine heta 7 rojan jî dimînin.

Em li vir baş in lê dûrbûna ji mal û zarokan û nîgeraniya ji rewşa welatê me rewşeke dijwar e.”

Tevgera bazirganiyê li Perwêzxan û Kêlê jî kêm bûye

Ne tenê li Başmaxê, li deriyên sînorî yên Perwêzxan û deriyê nîv-fermî yê Kêlê jî dan û standina bazirganî sist bûye.

Her çiqas heta niha bandoreke berçav li ser bihayê kelûpelan li nav bazarên Herêma Kurdistanê çênebûbe jî lê metirsî heye ku heger rewş wiha bidome, biha jî biguherin.

Li gorî zanyariyan, bi giştî li sê deriyên sînorî yên navborî rojane zêdetirî hezar barhilgir kelûpelan diguhezînin.

Ji ber bandora şerê Îran û Îsraîlê û tedbîrên ewlehiyê yên tund, ev hejmar bi awayekî berçav kêm bûye û çavê şofêran li wê yekê ye ku aloziyên siyasî bidawî bibin da ku kar û barê wan vegere rewşa xwe ya asayî.