DAIŞê îtiraf kir: Em nikarin nêzîkî pêşmerge bibin!
Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê bi rêya amûrên bêtêl behsa çeper û baregehên hêzên pêşmerge dikin û di gotinên xwe yên bo emîr û fermandeyên xwe de îtirafê dikin ku “nikarin bi ti awayî nêzîkî baregehên pêşmerge bibin.”
Şeva borî di saet 23:00ê şev de çekdarên DAIŞê li eniya şer a li rojava û rojhilatê Başîkê êrîşeke berfireh bo ser çeperên hêzên pêşmerge pêk anîn , lê hêzên pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û piştî şer û pevçûnên dijwar, ew neçar man îro danê sibehî paşve vegerin.
Fermandeyê Hêza 1 a Balek a Hêza Pêşmerge li Başîkê, Ezîz Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Ji duh şev ve heya îro sibehî, zêdetirî 200 çekdarên DAIŞê êrîşeke berfireh anîne ser çeperên me, lê sipas ji xwedê re ku bi hişyariya pêşmergeyan û qahimiya çeperan, çekdarên DAIŞê nekarîn pêşve bên û piştî şerekî tund îro danê sibehê ew neçar man paşve vegerin.”
Ezîz Ehmed herwiha got: “Emîrên DAIŞê bi rêya amûrên bêtêl guvaş li çekdarên xwe dikirin û ji wan re digotin pêwîst e ew xwe nêzîkî çeperên pêşmerge bikin, lê çekdarên êrîşkar di bersiva wan de digotin, em nikarin nêzîkî pêşmergeyan bibin.”
Ehmed herwiha da zanîn: “Çekdarên êrîşkar ên DAIŞê ji emîr û fermandeyên xwe re digotin, ew bi ti awayî nikarin xwe nêzîkî baregehên pêşmerge bikin, çimkî rê nadin me û ti derfetek bo wê yekê nîne.”
Wî fermandeyê hêza pêşmerge di berdewamiya axaftinên xwe de got: “DAIŞê tankereke bombekirî, ligel kesekî xwekuj amade kiribû da ku êrîş bike ser çeperên me, lê hewla wan rastî şikestinê hat.”
Li gor daxuyaniya Ezîz Ehmed, di encama şerê duh şev heya îro danê sibehê de, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku yek ji wan amûrê bêtêl a çekdarên êrîşkar pê re bûye.
Li gor gotina wî fermandeyê pêşmerge, di vî şerî de ti zirar negihîşt hêzên pêşmerge.