General Ezîz Weysî: Bo Rojava mizgînî di rê de ye!

Dihok (Rûdaw) – Tevlêbûna xortan bo nav refên Pêşmergeyên Rojava berdewam e û 318 pêşmergeyên din xûleke leşkerî bi dawî kirin û bi fermî bûne beşek ji Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê.

 

Ji destpêka damezrandina Hêza Pêşmergeyên Rojava ve ku bi Hêza Roj jî tê naskirin, hejmara kesên ku tevlî wê hêzê dibin, roj bi roj zêdetir dibe.

 

Pêşmergeyên Rojava heta niha 10 xûlên leşkerî bo kesên ku tevlî wê hêzê bûne, pêk aniye û tê de perwerdeya leşkerî û rahênana li ser çendîn core çekan daye endamên xwe.

 

Îro pênşemiyê jî 11mîn xûla perwerdeya leşkerî ya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi dawî hat û 318 pêşmerge di vê xûlê de beşdar bibûn.

 

Bi timambûna xûla 11mîn, ew 318 pêşmerge bi fermî tevlî Hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bûn.

 

Di merasîma bidawîbûna wê xûla leşkerî de, Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Pêşmergeyên Zêrevanî ya Herêma Kurdistanê, General Ezîz Weysî amade bû.

 

Ezîz Weysî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Dê mizgînî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re hebin, lê belê heta ku encam diyar binin, ew dê mizgîniyê rabigihînin.”

 

Herwiha bo yekemîn car şandeke Encumena Nişîtmnaiya Kurd li Sûriyê (ENKS) di merasîma bidawîkirina xûla leşkerî ya Pêşmergeyên Rojava de beşdar bibû.