Galeriya wêneyan

21-07-2018
21 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 21ê Tîrmeha 2018an li Hewlêrê Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman hat lidarxistin û di konferansê de 12 axaftvan bi mijarên cur bi cur behsa tecrubeya xwe ya kar û rêya serkeftina xwe kirin.

 

Ji axaftvanan beşdarî Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman bûn 5 kes ji derveyî Başûrê Kurdistanê hatine.

 

Koma muzîkê RASTAKê di çarçoveya çalakiyên  Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman de konserek da.

 

Ji seranserê Başûrê Kurdistanê 150 xwebexş beşdarî birêkxistina konferansê bûne û Tora Medyayî ya Rûdawê sponsorê medyayî yê konferansê ye.