Hewlêr (Rûdaw) – Îro 21ê Tîrmeha 2018an li Hewlêrê Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman hat lidarxistin û di konferansê de 12 axaftvan bi mijarên cur bi cur behsa tecrubeya xwe ya kar û rêya serkeftina xwe kirin.
Ji axaftvanan beşdarî Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman bûn 5 kes ji derveyî Başûrê Kurdistanê hatine.
Ji seranserê Başûrê Kurdistanê 150 xwebexş beşdarî birêkxistina konferansê bûne û Tora Medyayî ya Rûdawê sponsorê medyayî yê konferansê ye.
Axaftvanên îro yên Konferansa TEDx Nishtiman
Nûjîn Mistefa
Keça Kurd ya ji Kobanî Nûjîn Mistefa îro li Hewêlê beşdarî Konferansa TEDx Niştiman bû.
Nûjîn ku keçeke xwedan pêdawîstiyên taybet e, li seranserê cihanî beşdarî gelekî konferansên Neteweyên Yekbûyî yên taybet bi penaberan bûye, di konferansa îro de li Hewlêrê behsa jiyana xwe û rewşa koçberên kêmendam û xwedan pêdawîstiyên taybet kir.
Nûjîn Mistefa, di axaftina xwe de ku destpêkê bi kurdî û piştre jî bi inglîzî pêşkêş kir, got ew dixwaze weke keçeke Kurd, ji her kesî re îsbat bike ku tendirustiya wê nikare wê asteng bike û dikare weke keseke serkeftî ji kesên din re bibe alîkar.
Nûjîn Mistefa ya 19 salî di dema şerê Helebê de li ser ereboka seqetiyê bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bûbû û ji wir xwe li pêlên deryaya Îce xistib û welat bi welat derbas kiribûn û heta xwe gihandibû Almanya.
Nûjîn neçûye dibistanê, lê bi gelek zimanan weke zimanê xwe yên dayîkê diaxife.
Her wiha wê ligel nivîskara înglîzî Christina Lamb pirtûkeke nivîsandiye û pirtûka wê bi 9 zimanan li 13 welatan li seranserê cîhanê hatiye belavkirin.
Xelkê Heleba Sûriyê
Ji ber şer ji Sûriyê reviya ye
Kêmendambûnê rewşa penaberiyê girantir kiriye
6 Hezar kilometer bi pê, belem û otobûsê birî ye
Berê beşdarî TEDx bûye
Bi hevbeşî ligel Cristina Lamb kitêba "Geşteke mezin a keçeke li ser kursî di welatê şer de" nivîsiye
Mezher Xaliqî
1938 Li Sine ji dayîk bûye
Ji 8 salî ve dest bi gotina stranan kiriye
Li Zanîngeha Tehranê li ser rêveberiya pîşesazî master bidest xistiye
1983 Hatiye Başûrê Kurdistanê
Heman salê çûye derveyî welat
Besîme Umer
9 Sal pisporî di endazyariya pêşxistinê de li Iraqê
Pisporiya serekî di avahîsaziyê de
Damezrênerê Destpêşxeriya Pênasekirina Pêkhateya Dîzayna Kesk
Bawernameya endazyarî li Zanîngeha Duhokê
Marcello Bonato
Damezrênerê hevbeş ê "Recoded"
Recoded - Rahênana mirovî bê qezenc e
Rahênana ciwanên zerar gehiştiye wan dike daku di nav civakê de bibin serkirde
2017 - 2018 rahênan bi zêdeyî 300 zarok li Iraq û Tirkiyê kiriye
Damezrênerê hevbeş ê destpêşxeriya Srayv e, ku li jîngeha dijwar pere bi fêrkirinê dide
Patrick Chauvel
1949 Li Fransayê ji dayîk bûye
Wênegirê serbixwe yê meydanên şer
Ji 17 salî ve dest bi wênegirtinê kiriye
Qeyranên zêdeyî 20 welatên cîhanê şopandine
1995 Xelata fotograferî ya medya cîhanî wergirtiye
Nivîskarê fîlmên dokumenterî ye
2 Kitêb bi zimanê Fransî di 2003 û 2005ê de nivîsî ne
Kewyar Elî
17 Salî ye û li Silêmaniyê dijî
Ji 15 salî ve bi nexweşiya şêrpenceya xwînê ketiye
Ji ber rewşa xirab a tendirûstî 6 mehan hat razandin
Piştre biryar hat dayîn li Hindistanê neştergeriya çandina hestî bo were kirin
Wek yek ji keçên stranbêj ên serkeftî tê hesabkirin
Nenib Lamassa
Ji malbateke Aşûrî li Kerkûkê ji dayîk bûye
Di temenê 8 salî de malbata wî hatiye neçarkirin Iraqê bicîh bihêle
Piraniya temenê xwe yê zarokî li koçberiyê derbas kiriye
Niha di navbera Brîtanya û Iraqê de dijî
Li Zanîngeha UCL a Londonê xwendiye
Mastera wî di zimanên Ibrî û Aramî de heye
Li Zanîngeha Cambridge master li ser zimanê aşûriya modern bidest xistiye
Dilovan Mihemed Ebdullah
1996 Li Hewlêrê ji dayîk bûye
Niha li Koleja Dermansazî ya Îtalyayê xwendekar e
Berê li beşê dermansazî 3yê Zanîngeha Cîhan xwendekar bû
Di warên mafê mirov û azadiyên olî de li Zanîngeha Venice xwendiye
Mehmûd Mûezemî
Derûnnas û Gotarbêjekî Îranî ye
Bekalaryoz di biyolojî û master di biofîzîk de
Doktora di fêrkirina karîger de li Zanîngeha Tehranê bidest xistiye
1978 - 1998 Serokê Kompanya Bazara Elektronîk bû
1995 Mekteba Kemalî damezrandiye û bûye serok
1998 - 2011 Serokê kompanyayên BEC bûye
Rewa Mihemed Mesûd
Wek Rewa Celîzade tê naskirin
Xelkê Koyê ye
1990 Li Bexdayê ji dayîk bûye
Jiyana hevseriyê pêk aniye û karmendê kompanyayê ye
Di yasa de bekaloryos bidest xistiye
2015 Çîrok nivîsiye
2009 Dest bi wênekêşanê kiriye
2013 Karê hunerî, dîkora mal û ofîsên di malpera xwe de belav kiriye
2016 Yekem pêşangeha şêwekarî vekiriye û dest bi firotina berhemên xwe kiriye
2018 Dest bi çêkirina pêkeran kiriye
Karê wî yê dawî firotina tîşortan e ku wî bi xwe wêne li ser çêkirine
Bilal Ebdûlwahid
1981 Li Silêmaniyê ji dayîk bûye
Ji ber nebûnê di polê 8ê de dest ji xwendinê berdaye
Sala 2003ê jiyana hevseriyê pêkaniye
TEDx konferanseke cîhanî ya giring e û her sal li zêdetirî 160 welatan tê lidarxistin.
Elî Fazil
Aktor û hunermendê Iraqî
TEDx konferanseke cîhanî ya giring e û her sal li zêdetirî 160 welatan tê lidarxistin.
Ejîn Geylanî
Rêveberê Tora Lawên Niştiman
Bawernameya Zanist li Zanîngeha Selahedîn
Çalakvanê warê mirovî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse