15 baroyan êrişên li dijî Kurdan şermezar kirin

21-07-2021
RÛDAW
Nîşan Amed Riha Bakurê Kurdistanê Kurd Êrişên Nijdarperest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 15 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê êrişên nijdarperest ên li dijî Kurdan şermezar kirin û bang kirin ku “ziman û siyaseta cudakar a li dijî Kurdan” bi dawî bê.

Li bajarên Afyon, Konya û Enqere yên Tirkiyê di heyama 3 rojên derbasbûyî de êrişên nijadperest li dijî Kurdan qewimîn û di encama van êrişan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 13 kes birîndar bûn.

Baroyên Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wanê jî derbarê van êrişan de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje bi gotara siyasî ya li dijî “nasname û zimanê Kurdî” li kirin ku bi gotina wan ev yek bingehê ji êrişên nijadperest re amade dike û daxwaz kirin ku ev ziman bi dawî bê û lêpirsîneke bilez û karîger derbarê êrişan de bê destpêkirin.

Baroyan amaje bi bûyerên hevşêwe yên berê kirin û tekez kirin ku ji ber ziman û nasnama Kurdî gelek caran ev bûyer çê dibin û “divê ev bûyer takekesî û edlî neyên dîtin” û baroyan “siyaseta cudakar a li gel zimanê tundûtûjiyê, êrişên li ser ziman û nasnama Kurdî, sistiya hêzên emnî li hember van bûyeran û nebûna lêpirsîneke karîger a yasayî” wek sedemên van êrişan nîşan dan.

Herwiha her 15 baroyan di daxuyaniya hevbeş de êrişên nijdarperest ên li dijî Kurdan şermezar kirin û daxwaz kirin ku dawî li “siyaseta cudakar a li dijî Kurdan” bê anîn û lêpirsîneke bilez û karîger derbarê êrişan de bê pêkanîn.

 

 

Roja 12ê Gulanê li navçeya Meram a Konyayê malbateke Kurd rastî êrişê hatibû. Roja 19ê Tîrmehê jî karkerên Kurd ji ber ku bi Kurdî axivîbûn li Afyonê rastî êrişa grûpeke nijadperest hatibûn. Herwiha roja 20ê Tîrmehê jî grûpeke nijadperest li Altindaga Enqerê êrişî malbateke Kurd kiribû û roja 21ê Tîrmehê jî di êrişa ser malbateke Kurd de ku ew 20 sal bû li navçeya Meram a Konyayê niştecih bûbû, kesekî jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst