Li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê karkerên DEDAŞê dest bi xwepêşandanê kirin

21-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan DEDAŞ Karker Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, îro 21ê Temûzê karkerên Kompanya Elektrîkê ya Dicle (DEDAŞ) bi armanca zêdekirina mûçeyên xwe xwepêşandan saz kirin.

Karkerên Kompanya DEDAŞê ku bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê elektrîkê dabîn dike, daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe û baştirkirina mafên kar dikin. Karker daxwaza mafên weke endamtiya sendîkayê, betlaneyên fermî û sivikkirina kar dikin.

Karkerên li bajaran li pêş avahiyên DEDAŞê kom bûn û bi diruşmên “Em ê bi berxwedanê biser kevin” xwepêşandanê dikin.

Herwiha xwepêşandanên li bajaran dê heta demjimêr 17:00 berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nêçîrvan Barzanî çû şîna Pêşmergeyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Nêçîrvan Barzanî: Îran mikur hat ku şaşî hatiye kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê wan pêwendî bi Îranê re daniye