Nûrcan hat Nisêbînê û xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Nûrcan Sevîna 28 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, bûyer pêr saet derdora 03:00yan li taxa Dîcleyê ya Nisêbînê qewimî.

Hat îdiakirin ku Nûrcan Sevîna ku ji Edeneyê ji bo serdana xizmên xwe hatibû Nisêbînê întihar kiriye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û wan Nûrcan Sevîna ku bi giranî birîndar bûbû biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Lê Nûrcan tevî hemû hewldanên bijîşkan jî nehatiye rizgarkirin.

Hat diyarkirin ku cenazeyê Nurcanê piştî otopsiyê dê ji bo veşartinê bişînin navçeya Seyhanê ya Edeneyê.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.