Li Meletiyê qeza, 8 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Darendeyê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encam de 8 kes birîndar bûn.

Li navçeya Darendeyê otomobîla bi şofêrtiya Yalçin Ozkazan û otomobîla bi şofêrtiya Nizamettin Înce li hev qelibîn.

Di de her du şofêr û Hayriye Ozkazan, Kezban, Zeynep Betul û Mehmet Yagız Korkut û Done Înce û Hanim Coşkun birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û têmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Meletiyê.